Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re dê serlêdanê bikin 2025-08-07 14:43:46 AMED - Meclisa Dayikên Aştiyê ragihandin ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dê serî li Wezareta Dadê bidin.    Meclisa Dayikên Aştiyê, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî da. Ji Dayikên Aştiyê Havva Kiran, diyar kir ku dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got: “Pêvajoyeke aştiyê ya ku 6 meh in hatiye destpêkirin heye. Weke Dayikên Aştiyê em jî dixwazin bi birêz Ocaaln re hevdîtinê bikin. Di nava 25 salan de ji bo hevdîtin û aştiyê tu cihek nema ku me serî lê nedayî. Em spasiya her kesên ji bo vê pêvajoyê ketine nava hewldanê dikin. Weke Dayikên Aştiyê em dixwazin rê bê dayin ku em bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Ev herî zêde jî mafê dayikan e, zarokên me di vê rêyê de li ber xwe dan. Em bangî dewletê dikin, heke pêvajoyek hatibe destpêkirin, bila dengê van balafiran qut bikin.”    BANG     Havva Kiranê ji bo aştiyeke mayinde bang kir û got ku ew dixwazin aştî bê Rojhilata Navîn û cîhanê. Havva Kiranê da zanîn ku ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li Wezareta Dadê bidin û xwest ji bo serkeftina pêvajoyê her kes tişta ji dest tê bike.