Di çalakiya 'Bila winda bên dîtin de' ji bo Ramin Panahî bang kirin 2018-06-30 14:59:55   ÎZMÎR – Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya îro de aqûbeta Alî Uygûr ê di 1'ê Tîrmeha 1980’an de hat revandin pirsîn. ÎHD'ê ji bo xwedî derketina siyasetmedarê kurd Ramîn Hossein Panahî jî bang li her kesî kirin ku li dijî dervekirinê dengê xwe bilind bikin.    Şaxa Komeleya Mafên mirovan (ÎHD) ya Îzmirê û Xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" û “Bila Girtiyên Nexweş Bên berdan" di hefteya 437’an de li pêş avahiya Serokwezîriyê ya Konakê ya Îzmirê berdewam kirin. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di çalakiya îro de bal kişandin ser siyasetmedarê kurd ê Rojhilatî ku li Îranê girtî ye Ramîn Hossein Panahî û xwest cezayê darvekirinê bê betalkirin û serbest bê berdan. Ji bo Panahî dowîzên “Stop Iran killer” û “Bila karneya masuniyetê tune nebe" vekirin. Li ser navê komê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Îzmirê Alî Aydin daxuyanî xwend.    JI BO PANAHÎ BAGN KIRIN   Alî Aydin, di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtikayên rejîma Îranê ya darvekirina siyasetmedarên kurd û wiha got: Li Îranê heta mijdara 2017'an 110 jê kurd bi giştî 390 kes hatin darvekirin. Darvkirin ne cezakirin e. Darvekirin tolhildan e. Divê rejîma îranê bi lezgîn dawî li darvekirinê bîne. Mijara windakrinê jî li Tirkiye bûye wekî pergalek bi rêk û pêk. Berê di serdema JİTEM'ê de mirov bi awayekî veşartî dihatin windakirin û kuştin.  Niha mirov aşkere tên revandin û aşkere tên kuştin. Niha tevî hemû delîlan kujer nayên darizandin. Kujer bê cezakirin tên hiştin.    Aydin, da zanîn ku Alî Uygur mezûnê Beşa Îngîlîzî ya Enstîtuya Perwerdehiyê ya Gazî bû û di 1'ê Tîrmeha 1980’an de dema bi trênê diçû navçeya Pozanti ya Edeneyê ligel Mithat Nisan, Mahir Keçecî û Ozcan Fedakar hatin binçavkirin û wiha got: “Piştî hatin binçavkirin teslîmî Midûriyeta Polîsan a Edeneyê kirin. Ali Uygur li ser daxwaza Midûrê Polîsan ê Mêrsînê birin Mêrsînê. 9 rojan agahî jê nehat girtin. Di 10'ê Tîrmehê de Dayika Ali Ugurlu Hatice Uygur, li gel 2 keçên xwe û nûçegîhanê Rojnameya Demokrat Vahap Şehitoğlu, çûn cem Midûrê Şaxa Yekemîn Omer Guneş û Alîkarê wî Hanefî Avci. Dayikê diyar kir ku ji jiyana kurê xwe bi fikar e. Midûran bersiva "Li taxa Demirtaş di 9'e Tîrmehê de operasyonê peevçûn derket . Wê demê reviya. Kurê te ne li vir e." Li ser ve yekê malbatê bi riya daxwaznameyan serî li hemû saziyên dewletê dan.    Piştî bûyerê dema Haşim Aslan hat binçavkirin diyar kiribû ku Alî Uygur li tenişta wî bi lêdanê hatiye kuştin û di lêpirsînê de ji dadgerê lêpirsînê xwestiye şahidiyê bike û li ser vê yekê ew sirgûnî Girtîgeha Sinopê kirine. Hat diyar kirin ku piştî bûyerê cenazeyê Ali Uygur li tenişta deryayê li goristana bêkesan hatiye definkirin."      Pişti daxuyaniyê 10 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn.