PTT’ê rojnameyên ji bo Îmraliyê ji dozger re îxbar kir 2018-06-30 14:59:14   STENBOL – PTT li şûna rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ji bo Girava Îmraliyê bişîne, rojnameyan şand dozgeriyê û îxbar kir.    Qeyûm tayînî ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî kirin. Der barê jê 6 girtî 14 xebatkarên wê de doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê dê di 12’ê Îlonê de bê dîtin. Yek ji mijara ku qeyûm tayîn kirin e dane lêpirsînkirin serlêdana Teşkîlata Posta û Telgrafê (PTT) a ji bo dozgerê çapemeniyê ye. PTT’ê rojnameyê îxbarî dozgeriyê kiriye. Parêzerê PTT’ê di 12’ê sibata 2018’an de îxbara rojnameyê kir û hîncet jî rojnameyê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê bên şandin pêşkêş kir.    Dozgera Buroya Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Yasemîn Baba serlêdana îxbakirinê ya derbarê rojnameyê de bi 2017/24753 hejmara esas de kir yek.    ‘ROJNAME LI DIJÎ RÊZIKÊN EHLAQÊ YE’    Di gilîkirina sûc a ji bo rojnameyan de ev îdia hatin gotin: “Li serê li dijî rêzikên ehlaq, xerakirina ewlehiyê û nivîs û wêneyên ku teşwîqî sûc dike hene.”    Parêzerê PTT’ê Karataş 7 heb rojnameyan wek delîla nîşan da û xwest der barê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de lêpirsîn bê vekirin.    MA / Yasîn Kobulan