Bersûcê komkujiya zindana Amedê: Ez ji xwe şerm dikim 2017-10-17 17:32:36 AMED - Rûniştina doza komkujiya 11 girtiyên PKK'ê ya li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku di 1996'an de pêk hat, li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Bersûc Mesut Dagli, diyar kir ku ji ber doza 21 salin didome derûniya wî xera bûye û wiha got: "Ez ji ber ku bi sedemek neheq li hemberî we me ez ji xwe şerm dikim."  Rûniştina doza komkujiya 24'ê îlona 1996'an a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê pêk hat û 11 endamên PKK'ê lê hatin kuştin û 24 kes jî birîndar bûn, li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Doza ku berê 2 caran der barê wê de biryar hat dayîn, li dadgeha bilind ji ber ûsûl û esasê doz hatibû xerakirin. Di rûniştina doza ku 89 bersûc tên darizandin de 6 bersûc bi riya SEGBİS'ê tev li dozê bûn. Di rûniştina ku bersûc û parêzer amade bûn de 6 bersûcan bi pira SEGBÎS'ê parastin kir û beraatên xwe xwestin.    ME MUDAXALE NEKIR   Bersûc Mesut Dagli ku li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê bi riya SEGBÎS'ê tev li rûniştinê bû diyar kirku 20 salin ji ber vê dozê derûniya wî xera bûye û wiha got: "Ez ji ber ku bi sedemek neheq li hemberî we me ez ji xwe şerm dikim. Ez di sala1996'an de polîsên hezên çevîk bûm. Dema di nava koma herî dawî de çûn girtîgehê. Dema em çûn her tişt qediya bû. Me qet mudaxale nekir. Ez sûcê li ser xwe qebûl nakim.    Heyeta dadgehe bi sedema ku bersûcên îfane nedane ji bo di rûniştinek din de bidin doz taloqî demên pêş kir.    DER BARÊ DOZÊ DE    3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê 89 kesan de bi hinceta tev li komkujiya 24'ê Îlona 1996'an a Zindana Amede bûne doz vekiribû. Di darizandina 89 kesan de li 62 kesan bi hinceta ji qetilkirina 11 girtiyên PKK'ê berpirsiyar in ceza birîbû. 1'emîn Daîreya Dadgeha Bilind ev ceza kêm dît û doz xera kir. Heyeta Dadgeha Bilind di 11'ê Gulanê de bi yek dengî û bi hinceta 6 rûpelan biryar da ku doz bê xerakirin.    Dadgeha bilind li ser serlêdana xizmê girtî Îskan Osal û kesên ji heman dozê de tên darizandin Mahmut Çaça, Halil Uygun, Aziz Gurer, Fethi Ahmet Onat, Mehmet Şakir Tanrısever û Recep Alacan serlêdana temyîzê kir.    Dadgehê diyar kir ku hemû bersûc ji aliyê parêzerekî ve bên darizandin li gorî zagona parêzeran sûc e û xwest her bersucek ji aliyê harêzerekî ve bên parastin.    Dadgehê xwest ji bo bersûc Murat Kizişar, Salim Şahin, Çoşkun Ekinci, Murat Tutal, Seyfullah Turkmen, Harun Drama, Seydi Unlu, Ali Osman Yitmez, Cemil Unsal, Nail Yilmaz, Namık Bozalan, Ahmet Yilmaz, Unver Avci û İbrahim Ergun cuda cuda parêzer bên tayînkirin. Dadgehê da zanîn ku mafê bersûcan ê parastine tê astengkirin û xwet mafê wan ê parastinê bê xurtkirn. Dadgehê piştî doz xera kir şand ji 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê.    Di 24'ê Îlona 1996'an de li Zindana Amedê leşker û gardiyanan êrîşî girtiyên PKK'ê kiribûn û bi lêdan û îşkenceyê 11 girtiyên PKK'ê qetil kiribûn. 24 girtî jî birîndar kiribûn. Der barê 72 bersûcan de di sala 1996'an de doz vebibû û di sala 2006'an de bi encam bûbû. Der barê 62 bersûcan de ji bo her kesekî 5 sal ceza birîbû.