Jin TV serê sibê dest bi weşanê kir 2018-06-30 11:59:26  NAVENDA NÛÇEYAN - Televîzyona jinan JIN TV'î ku di 8'ê Adarê de dest bi weşana testê kiribû, serê sibê dest bi weşana nû kir.   Televîzyona jinan JIN TV’î ku di 8'ê Adarê de dest bi weşana testê kiribû, piştî 3 mehan serê sibê dest bi weşana nû kir û bi bername û nûçeyên rengîn derketi pêşberî temaşevanên xwe. JIN TV ji aliyê Weqfa Newayê ya Jinê di 9'ê Sibatê salvegera Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan ên ku li Paytexta Firansayê, li Parîsê hatin qetilkirin de, hat avakirin. JIN TV bi dirûşma "Dengê Jinê, Rûyê jiyanê ye" dest bi weşanê kir.