Pirtûka ‘Jin çîrokên xwe Dinivîsîn’ derket 2018-06-30 11:41:24 STENBOL - Çîrokên endamên jin ên Şaxa Zanîngehan a Hejmara 6’emîn a Eğîtîm Sena Stenbolê ku di Sibata 2017’an de beşdarî  pêşbirka “Jin Çîrokên xwe Dinivîsîn” bûn, bûn pirtûk.    Şaxa Zanîngehan a Hejmara 6’emîn a Eğîtîm Sena Stenbolê, di Sibata 2017’an de bi tevlîbûna endamên xwe yên jin pêşbirka “Jin Çîrokên xwe Dinivîsîn” pêk anîbû. Hemû çîrokên ji bo pêşbirkê hatin şandin, kirin pirtûka binavê “Jin Çîrokên xwe Dinivîsîn.” Di desteya nirxandinê de Sevîn Okyay, Jaklîn Çelîk, Sîbel Oz, Emek Erez û Mubeccel Karabat hebûn û encamên pêşbirkê di 25’ê Mijdara 2017’an Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Jinê de ragihandibûn. Navê çîrokên di pêşbirkê de qezenc kirin wihane: “Melek Savaş ‘Çetel Derzî’, Gulşen Hazar Gulmez ‘Kirasê Sor ê di Neynikê de’ û Merîç Unal ‘Zonax û Milkis.’”    Sekretera Jinan a Şaxa Zanîngehan Gultan Ergun, di dest pê ka pirtûkê de dinivîse ku armanca wan a pêşxistina pêşbirka çîrokan ew bû ku di pêşerojê de jî pêşbirkên nû li dar bixin.    Hûn dikarin pitûka “Jin Çîrokên xwe Dinivîsin” ji Şaxa Hejmara 6’emîn a Egîtîm Senê bigirin. Di heman demê de hûn dikarin li ser adresa istanbul6@egitimsen.org.tr xwe bi gihînin sendîkayê.