Welatiyên Efrînê 'Biyanî'yê Efrînê pênase kirin 2018-06-30 11:15:24   EFRÎN - Li Efrînê piştî komên çekdar ên OSO yên girêdayî TSK'ê ketin Efrînê, ji gelê Efrînê re "Belgeyên nasandina biyanî" derxistin. Bi van belgeyên hatin derxistin re gelê Efrînê li ser axa wan wekî biyaniyê axê nîşan dan.    Komên çekdar ên OSO ku li gel TSK'ê di 20'ê Çile de ketin Efrînê û piştî 18'ê Adarê ketin nava bajar û li talanên gel xistin, niha jî dixwazin welatiyên Efrînê bikin biyaniyên Efrînê. OSO yên ketin Efrînê û bi talankirin, wêrankirin, dizî û îşkenceya mirovan ketin rojeva cîhanê, zext û tundiya wan a li ser gelê Efrînê berdewam dike. Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) ku navenda wê li Îngîlîstanê ye, niha kartên "Biyanî" dide welatiyên Efrînê. Piştî ku OSO ket Efrînê navê gund û saziyên ku berê bi kurdî bûn, tabela rakirin û navê tirkî û erebî lê çikilandin. Dest danîn ser gelek mal û kargehiyên Efrîniyan. Komên OSO li malên ku desteser kirin malbatên ku ji herêma Guta, Kalamun û Duma anîn bi cih kirin. Bi vê yekê bajarê Efrînê ku berê qet lê şer tune bû her roj şer û buyer lê çê dibin û her roj mîrov lê tên reveandin û rastî îşkence tên, Teqîn lê pêk tên û mirov tên kuştin.    GELÊ EFRÎNÊ KIRIN 'BIYANIYÊN' EFRÎNÊ   Li gel ku çapemeniya navneteweyî ev geşedanên li vir pêş dikevin birin rojeva cîhanê jî disa welatên cîhanê li hemberî van geşedanên li Efrînê bêdeng in. Li Efrînê piştî bajar ket destê OSO her roj şer, tundî, îşkence û talankirina malan dikeve rojevê. Polîtîkayên bişaftin û tunekirinê dikevin rojevê. Piştî gelê Efrînê bi zorê derxistin malbat ji bajarên Guta, Kalamun û Duma anîn li vir bi cih kirin. Welatiyên ku anîn li vir bi cih kirin nasnameyên bi tirkî hatine amadekirin dan wan. Li gorî agahî û daneyên ku Ajansa Mezopotamya (MA) xwe gîhandê li ser nasnameyên ku dane welatiyan  nivîsa "Belgeya Danasîna Biyaniyan" nivîsandin. Bi vê belgeya dan welatiyên Efrînê, Efrînî li ser axa xwe bûn biyaniyên Efrîniyê.    Li ser nasnameya "Belgeya Danasîna Biyanî"; nav, paşnav, dîroka zayînê, cihê zayînê, zayend, cihê qeydê û nûmareya qeydê li ser tê nivîsandin. Li pişt nasnameya "Nokteya Pêkanînê ya Raco" li ser hatiye nivîsandin. Hat diyar kirin ku nasnameya ku hatiye amadekirin li Navenda Efrînê û hemû navçeyên Efrînê dest bi belavkirinê kirin. Welatiyê li Efrînê dijî û nexwest navê xwe bide E.M, geşedanên li nava bajar vegot. E.M., destnîşan kir ku jiyan her roj ber bi xerabûnê ve diçe û wiha got: "Ez nikarin li vir aşkere navê xwe bêjim. Ger ku ez navê xwe bidim û aşkere agahiyan bidin dê min bibînin û min li vir bikujin. Ji xwe kes newêre bi wêrekî derkevin derve. Em an tên revnadin an jî tên kuştin. Em li hola kolanê tên înfazkirin."    E.M., nasnameya ku ji bo wî hatiye amadekirin parve kir û wiha got: “Niha nasname ji me re derxistin. Bi tirkî û erebî amade kirine. Ez bi tirkî nizanim. Lê dema min wateya wê pirsî, ez şok bûm. Me li ser axa me dike biyaniyê axa me. Ev dê heta kengî bidome. Gelê Efrînê di komkujiyê re derbas dibe.    MA / Nazım Daştan