Hevparên KCDK-E’yê 6 rojin ji bo azadiya Ocalan nobetê digirin 2018-06-30 11:05:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên saziyên Kurd ên li Ewropa ku ji Hevparên KCDK-E’yê pêk tên, 6 rojin ji bo azadiya Ocalan nobetê digirin.    Nobeda ‘Ji Ocalan re azadî’ ya ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve li pêşiya avahiya Konseya Ewropa (KE) a li bajarê Strasboûrgê hatibû lidarxistin roja Yekşemê PYD’ê dewirgirtibû. Ji roja Yekşemê û vir ve jî hevserokên saziyên di bin sêwan Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ên Ewropa (KCDK-E) tevlî nobedê bûn. Nûnerên saziyan di roja 5’an a çalakiyê de bi awayekî aktîf ji bo azadiya Ocalan agahî parvekirin, gelek belavok belavkirin. Çalakvanan di tevahiya rojê de derfetê rû bi rû yê hevdîtinê bi welatiyan re dîtin û têkoşîna Ocalan vegotin. Kurdistanî û Tirkiyeyiyên ji Fransa, Elmanya û Swîsreyê hatibûn serdana hevparên KCDK-E’yê kirin. Di civînên li qada çalakiyê hatin kirin de çalakvanan têkildarî bûyerên dawî yên li Kurdistanê û berxwedana li dijî faşîzam AKP’ê nirxandin. Ji bo azadiya Ocalan çalakî û tiştên bê kirin jî hatin nirxandin.   KARTAL: AZADIYA OCALAN JI BO GELÊ KURD NEBE NABE    Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî cihê xwe di çalakiyê de kir û diyar kir ku azadiya Ocalan ji bo gelê Kurd pir girîng e. Kartal bibîr xist ku hemû Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi sirûda ‘Bê Serok jiyan nabe’ tevger dikin.   DIKEVE SALA 7’AN   Heta niha di çalakiya nobeda ‘Ji Ocalan re azadî’ ku 6 sal li peyxwe hişt ku dikeve sala 7’an 314 kom tevlî çalakiyê bûne. Nêzî 200 hezar kes beşdarî çalakiyê bûne. Hunermend, siyasetmedar, xebatkarên çapemeniyê û dostên Kurd ên Ewropî jî cihê xwe di çalakiyê de girtine.