Rojnamegera girtî Reyhan Hacioglu: Bedela nivîsandinê 7 derî ye 2018-06-30 10:07:57   STENBOL- Yek ji edîtorên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya qeyûm tayînê wê hat kirin Reyhan Hacîoglu ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di nameya şande bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: “Berdêla nivîsandina rastiyan û ji bo her kesê daxwaza jiyanek xweş 7 derî ye. Di navbera me de tam 7 derî hene.”   Yek ji edîtorên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrastî ya qeyûm tayînê wê hat kirin, Reyhan Hacîoglu ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê nameyek ji JINNEWS'ê re şand û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û rastiya rajnamegertiyê. Hacîoglu, diyar kir ku teqez dê rojekê rastî derkevin holê û wiha got: “Berdêla nivîsandina rastiyan û ji bo her kesî daxwaza jiyanek xweş 7 derî hene. Korîdor, derî, derî, derî… Di navbera me de tam 7 derî hene.”   ‘DÊ JIN CÎHANÊ RIZGAR BIKIN’   Haîcoglu, da zanîn ku aliyek gelek xurt yê heqîqetê heye û wiha rêz da nameya xwe: “Em dizanin, em tunebin jî dê her tişt bê ziman û tê ziman jî. Di koguşê de em 30 jin û Umudê biçûk ê 1 salî hene. Dibêjin dê xweşikahî cîhanê rizgar bike, lê wê jin cîhanê rizgar bikin.”   ‘ÇIME GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN BÎRA SIYASETMEDARAN?’   Hacîoglu, di berdewamiya nameya xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Em rojnameger in, li ku derê neheqî hebe, divê em bînin ser ziman. Lê rewşa girtiyên nexweş pir lezgîn e. Ji bo me roj derbas dibin, lê ji bo wan rojek jî gelek girîng e. Siyasetmedar dibêjin ‘efû’ lê girtiyên nexweş nayên bîra kesekê. Kes girtiyên nexweş nayne bîra xwe. Gelo çima nayê bîra siyasetmedaran?” Reyhan Hacîoglu di dawiya nameya xwe de silavên xwe ji hemû rojnameger û dayikên Şemiyê re şand.