Ji ber kelmêşan nizanin dê çi bikin 2018-06-30 09:03:59 EDENE - Li Edeneyê hem ji ber germê hem jî ji ber kelmêşan mirov nizanin dê çi bikin. Welatiyan xwest ku şaredarî ji bo kelmêşan tev bigere.  Welatiyên Taxa Koza yê navçeya Seyhan a Edeneyê, di havînê de hem ji ber germê hem jî ji ber kelmêşan nizanin dê çi bikin. Ji ber ku Şaredariya Mezin a MHP'î kêm derman direşîne, welatî ji ber kelmêşan nizanin dê çi bikin. Herî zêde jî kelmêş zarokan gez dikin û her wiha welatî di vê germahiya zêde de ji ber kelmêşan nikarin derî û paceyên xwe jî vekin. Welatiya xwest şaredarî ji bo dermankirinê tev bigere.    'ZARKA HETA SIBEHÊ NIKARIN RAKEVIN'    Atiye Zeyrek bilêv kir ku îsal kelmêş zêde ne, lê belê şaredarî baş derman nareşîne. Zeyrek anî ziman ku ji ber kelmêşan û hewa germ êdî jiyana wan felc bûye û got: "Ji ber kelmêşan heta sibehê xew bi çavê zarokên me nakeve. Em nikarin derî û paceyên xwe jî vekin. Herî zêde kelmêş zarokên me gez dikin. EM dixwazin şaredarî demildest derman bireşîne."    'EM XIZMETÊ DIXWAZZIN'    Welatiya bi navê Dîlan Gunsel jî, diyar kir ku heta sibehê xew bi çavên wan û zarokên wan nakeve. Gunsel, bilêv kir ku ew ji bo dermankirinê li şaredariyê digerin, lê dîsa jî ev mesele nayê helkirin û got: "Em hemû nerihet in. Zarokên me perîşan bûne. Şaredarî 10 rojan carekê derman direşîne. Ev têr nake. Tenê avê direşînin. Kelmêşan dev zarokê cînarê me kir, zarok enfeksiyon girt. Em xizmetê dixwazin. Li taxên din derman direşînin. Lê li vir na."    'ZAROKÊN ME NEXWEŞ DIKEVIN'    Fatma Gulbahçe, anî ziman ku ji ber kelmêş dev zarokê wê kiriye zarokê wê mîkrop girtiye û ew birine nexweşxaneyê. Gulbahçe got: "Zarokên me nexweş dikevin. Em dixwazin ev mesele bê helkirin. Piştî êvar dikeve, em nikarin derkevin ber derî. Em xwe hepsî malê dikin. Em tim li şaredariyê digerin, lê bêfêde ye."    Keyayê Taxa Kozayê Yûsûf Tûncer jî diyar kir ku şaredarî derman direşîne û got: "Lê îsal baran pir bariya. Loma kelmêş zêde bûne. Şaredarî tim derman direşîne."