AYM'ê piştî 24 salan biryara tazmînatê da 2018-06-30 09:03:15 ENQERE – Parêzerên malbata Yilmaz, têkildarî mirina Mehmet Zekî Yilmaz ê di sala 1994'an de li Geverê bi awayê kiryar nediyar hat kuştin, piştî biryara demboriyê hat dayîn serî li AYM'ê dan. Di vê serlêdanê de AYM'ê diyar kir ku ji bo dîtina kiryaran îhtimameke baş nehatiye kirin û biryar da ku tazmînat bê dayîn.  Di sala 1994'an de li Gevera Colemêrgê Mehmet Zekî Yilmaz bi awayekî kiryar nediyar hat kuştin. Piştî 24 salan şûn de Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) biryar da ku ji bo dîtina kiryaran îhtimameke baş nehatiye kirin û biryar da ku tazmînat bê dayîn.  Piştî Yilmaz hat windakirin, cenazeyê wî hat dîtin û li ser cenazeyê wî şûna 30 guleyên keleşkofê hebûn. Her wiha hevjîna wî piştî demeke dûr û dirêj nameyek ji Weîrê Dadê Cemîl Çîçek ê wê demê re şandibû, lê belê derbarê hevjîna wî de lêpirsîn hat vekirin. Lê belê vê carê kurê wî Fehmî Yilmaz ji bo kujeran bibîne, da dû şahidan û tiştên şahidan got qeyd kirin. Piştî van agahiyan dîsa lêpirsîn hat vekirin. Lê belê dozgeriyê daxwaz qebûl kir û bi hinceta pêdivî bi şopandinê tune ye, biryara hat dayîn rakir. Lê ji ber 20 sal dem borî bû û kiryar nehatibûn tespîtkirin, dosye di 8'ê Îlona 2014'an cara dudoyan hat girtin.    Lê belê vê carê malbatê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Di serlêdanê de hat destnîşan kirin ku ji bo ronîkirina cinayetê lêpirsîneke baş nehatiye kirin û mafê jiyanê hatiye binpêkirin. Dadgeha Qanûna BIngehîn biryar nirxand û destnîşan kir ji bo ronîkirina vê bûyerê di wexta xwe de gavên baş nehatine avêtin û ji bo berhevkirina delîlan îhtimameke baş rû nedaye. diye hükmetti.   AYM'ê bi hinceta ku ji bo dîtina kiryaran îhtimameke baş nehatiye kirin, biryar da ku divê 27 hezar tazmînata manewî bê dayîn.