ÎHD, TÎHV, ÇHD û OHP: Bi kincên yek rengî civakê ceza dikin 2017-10-17 17:11:51   ENQERE - ÎHD, TÎHV, ÇHD û OHP’ê, têkildarî kincên yek rengî yên li ser girtiyan tê ferzkirin, belgeyek helwetê weşandin û diyar kirin ku ne tenê ji bo girtiyan, ji bo hemû civakê kincên yek rengî tê ferzkirin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi biryara KHK’ê hat girtin, Platforma Hiqûqnasên Azad (ODP) û Weqfa Mafê Miravan a Tirkiyeyê (TÎHV), li dijî pêkanîna kincên yek rengî yên li ser girtiyan tên ferzkirin, belgeyeke hewestê ya hevpar weşandin. Di belgeya komeleyên mafên mirovan û hiqûqnasan de wiha hat gotin: “Pêkanîna kincên yek rengî Qempa Guantanamoyê tîna bîra mirov. Fikarên me yên kincên yek rengî zêdene. Ev yek li dijî mafê mirovane. Piştî darbeya leşkerî ya sala 1980’î êşên kûr hatin vekirin. Wê demê jî girtiyan pêkanîna kincên yek rengî qebûl nekirin.  Dê niha jî girtî vê bêmafiyê qebûl nekin. Kincên yek rengî di astan rûmet şikandinê deye. Ne tenê ji bo girtiyan dixwazin kincên yek rengî li hemû civakê bikin. Em ê tu carî vê yekê qebûl nekin û têbikoşin.”