Orhan Dogan hat bibîranîn 2018-06-29 19:45:28   ŞIRNEX – Siyasetmedar Orhan Dogan li Cizîrê li ser gora xwe hat bibîranîn.   Siyasetmedar Orhan Dogan ku di 24'ê Hezîrana 2007'an de li Bazîda Agiriyê di Mîhrîcana Çand, Huner Turîzmê ya Ehmedê Xanî de krîza dil derbas kir û mir, li Goristana Astî ya Cizîra Şirnexê li ser gora xwe hat bibîranîn. Tevî malbata Dogan,  parlementerên HDP'ê Hasan  Ozguneş, Nuriye Îmîr û Huseyîn Kaçmaz, parêzerên Baroya Şirnexê, rêveberên DBP û HDP'î û gelek welatî tev li bîranînê bûn.    Di bîranînê de piştî duakirinê,  yên tev li bîranînê bûn qurnefîl danîn ser gora Dogan. Di bîranînê de Hevserokê HDP'a Şirnexê Zekî Îrmez axivî. Îrmez destnîşan kir ku Dogan tu carî li hemberî polîtîkayên çewisandinê serî netewandiye û tim têkoşiyaye. Îrmez bilêv kir ku  Dogan ji bo li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde pêk bê, gelekî hewl daye û ew ê vê xeta wî bi têkoşînê zînde bikin.ayînde pêk bê, gelekî hewl daye û ew ê vê xeta wî bi têkoşînê zînde bikin.