Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da 2018-06-29 19:08:55     STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên hersê girtiyên din, ji bo bi  xizmên xwe re hevdîtinê çêbikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heta niha malbatan 82 caran serî li serdozgeriyê daye.    Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ji bo hevdîtinê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêbikin û malbata Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.  Ji 11'ê Îlona 2016'an ve heta niha 82 caran li serdozgeriyê daye, lê belê hemû serlêdanên wan hatin redkirin.     SERLÊDANA PARÊZERAN HAT REDKIRIN    Wekî ya malbatan serlêdana parêzeran jî hat redkirin. Parêzerên Ocalan Mazlum Dînç, Cengîz Yureklî û Muharrem Şahîn ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê çêbikin serî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê belê dozgeriyê serlêdana parêzeran jî red kir. Heta niha parêzeran 767 caran serî li serdozgeriyê daye, lê hemû serlêdanên wan hatin redkirin.    Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an be 767 caran serî li serdozgeriyê dane, lê hemû serlêdanên wan bi hinceta "rewşa hewayê nebaş e", "koster xerabe ye" û "Rewşa Awarte" hatin redkirin.