Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre 2025-07-30 14:20:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Turk-Îşê sînorê birçîb»nê gihîşt 26 hezar û 413 TL'yan û sînorê xizaniyê jî gihîşt 86 hezar û 36 TL'yan.   Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirk (Turk-Îş), her meh bi awayekî rêkûpêk encamên lêkolînên xwe yên di warê sînorê birçîbûn û xizaniyê de parve dike. Turk-Îşê encamên lêkolîna xwe ya meha Tîrmehê parve kir. Li gor raporê, ji bo malbateke 4 kesî bi awayekî baş debara xwe bike, pêdiviya wan a zexîre mehê herî kêm bi 26 hezar û 413 TL'yan (sînorê birçîbûnê) heye.    Heman malbata ji bo karibe di warê kinc, kirê, ceryan, av, gihanî, perwerdehî û tenduristiyê de pêdiviyên xwe dabîn bike herî kêm pêdiviya wê bi 86 hezar û 36 TL û 38 qurîşan (sînorê xizaniyê) heye.