'Komên girêdayî OSO ji Efrinê direvin' 2018-06-29 16:55:30   EFRÎN - Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku piştî di 27`ê hezêranê de li Efrîn 3 teqîn çêbûn û gelek endamên komên çekdar ên girêdayî OSO jiyana xwe ji dest dan, endamên OSO dest bi reva ji Efrînê kirin.    Piştî ku di 27`ê hezêranê de li navenda Efrîn 3 teqînên ku di encama wê de gelek kuştî û birîndarên komên çekdar çêbûn, ketine rewşeke seferberiyê. Li gor çavkaniyên ji navenda Efrînê hemî dikan girtine, çûn û hatina zêde hatine qedexekirin. Li kêleka vê yekê çavkaniyekî ji herêmê diyar kir ku ji tirsa çalakiyan Tirkiye ji Efrînê direvin. Tirkiye hişyariya ku çalakiyên YPG/YPJ`ê zêde bibin da OSO.  Piştî ku berxwedana Serdemê kete qonaxa xwe ya duyemîn şervanên QSD`ê bi pêşengtiya YPG/YPJ`ê rêze çalakiyên bi bandor li dijî TSK'ê û komên çekdar lidarxisitin. Ev çalakî ya ku herî dawî bi 3 teqînên hemwext pêk hat tirseke mezin xist dilê komên çekdar. Dengên fermandarên komên çekdar ên ku li ser whatsAPP`ê hişyarî didan komên çekdar bi riya çavkaniyekî me hatin bidestxistin. Fermandaran wiha hişyarî dan leşkerên xwe: “Kombûyîn bi hejmarên zêde qedexeye, bila her kes di navendên xwe de bimînin û nobetên xwe bi hişyariyeke mezin bigirin û tu fesîle (tabur) li cihekî kom nebin, pêwîste hun van dengan li ser hemî whatsAPP`a cemaetên çekdar ên li Efrînê belav bikin. A niha birayên me yên Tirk agahî dan û ev yek gotin amadekariya teqînên din an jî revandina kesekî girîng wê tên kirin, em rica dikin herkes van quralan pêkbîne û bi hişyarî tevbigere.”    Hat destnîşankirin ku piştî vê rewşî gelek serçeteyên OSO ji navendên bajêr û navçeyên Efrînê derketine û li biryargehên girêdayên MÎT û (TSK) ên li nêzî sînor û Ezazê bi cih bûne.