Ocalan ji bo Kerkuk bi dehan caran hişyarî kiribû 2017-10-17 16:54:17 ENQERE - Hêzên Heşdî Şabî piştî Kerkûk ji destê pêşmergeyên PDK'ê girtin, niha "herêmên bi niqaş" yek bi yek ji destê PDK'ê digire. Pêşmergeyên PDK'ê van herêman teslîmî hêzên Heşdî Şabî dikin û derdikevin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di hevdîtinên xwe yên bi heyet û parêzeran de berê der barê Kerkûkê û herêmê de bi dehan caran hişyarî kiribû.  Di 25'ê Îlonê de li Herêma Kurdistana Federal referanduma serxwebûnê pêk hatibû. Piştî referandumê niqaşên li ser Kerkûk û herêmên bi hiqaş zêde bûbûn. Piştî gelek hevdîtinên di navbera PDK'ê û û Hikûmeta Tirkiye de hêzên Heşdi Şabî Kerkuk dagir kirin. Piştî êrîşên Heşdî Şabî peşmerge di serî de ji Kerkûkê reviyan, niha jî ji Maxmûr, Şengal, Germiyan, Celawla ve Xaneqinê reviyan û teslîmî Hêzên Heşdî Şabî kirin. Hat diyar kirin ku paşvekişandina li ser peymana ku li Bexdê hatdiye kirin pêk hatiye. Têkildarî mijarê rêveberiyên PDK û YNK'ê hev tawanbar dikin.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di hevdîtinên li Îmraliyê de parêzer û heyetên ku çûbûn ziyareta wî bal kişandibû ser Kerkûkê. Oclaan “Kongreya Neteweyî ya Kurdan" anîbû rojevê û Rêveberiya Kurdistana Federal hişyar kiribû. Ocalan ku mijara Kerkukê bi taybet xistibû rojeva xwe ji bo Kerkuk  û herêmên bi hiqaş modela ku niha li Rojava dikeve meriyetê pêşniyar kiribû. Wê demê xwestibû ku xeta parastine bê avakirin.   9 MIJDAR 2013: DIKARE TEDBÎRÊN STRATEJİK BÊN STENDIN   Ocalan, di hevdîtina heyetabi Îmraliyê ya 9'ê Mijdara 2013’an de diyar kiribû ku bi îhtîmalekê li Iraqê muxalif hene û wiha gotibû: "Em nabin amûrên hegemonyayê. Dikarin eniyek îtîfaqeka Demokratik ava bikin. Dikarin bi Malikî anyo li dijî Malikî re jî bikin. Dikarin bi Goran û eniyên cuda re hêza eniya demokratik ava bikin. Dikarin du eniyên îtîfaqên stratejik ava bikin. Yek ji van hêzan eniya demokratîk e. Li xeta Misûl, Suleymaniye, Kerkûkê dikarin wekî modela xeta Rojava ava bikin." Ocalan, bang li Mesut Barzanî kir û xwest bi ser vê mijarê de biçe.    DI 7'Ê MIJDARA 2013'AN DE: DEST JI HELWESTA HEGOMONÎK BERDIN'   Ocalan, di hevdîtina 7'ê Kanûna 2013’an de jî wiha ji endamên heyetê re gotibû: "Tu dikare bi tirkmenên li Kerkukê re hevdîtin bike. Di nava tirkmenên li Kerkukê de komînîstên rêzdar jî hene. Ji komînîstên tirkmen, YNK û Goranan re slavên min bi taybetî bêjin. Em ne dijminê barzanî ne. Lê bila Barzanî demokratîk tev bigere. Bila dest ji hewldanên xwe yên Hegemonik berde."    7 SIBAT 2014: TU LI BARZANÎ BINERE TU DÊ XELAS BIBE'   Ocalan, di hevdîtina 7'ê sibata 2014'an de jî wiha gotibû: “(Ji bo Sûriyeye). Pergala Kontrolê baş e. Ez piştgiriyê didim. Divê hûn wê pergalê li Sûriyeyê belav bikin. Divê hem parastinê xurt bikin û hem jî li şûna Konseya Bilind a Kurd divê Konseya Demokratik ava bikin. Ger ku mirovên Barzanî dixwaze biçe wir bila biçe. Bila bi modela xwe biçin Cenevreyê. Dibe ku ABD-Rusya li  Cenevre li hev bikin.  (Ji bo Iraqê) Ji Silêmaniyê heta Bradost û Til Koçerê dikarin xeta xweparastinê ava bikin. Ne tenêwekî gerîllayên kurd, wekî sûriye dikarin gerîllayên azadiyê ava bikin. " Ocalan hewldanên Barzani yên ku astengiyan derdixe jî rexne kir û got: “Ez şervanê azadiyê me. Şer bi vî rengî nabe." Min got li wir (Şengal) korîdorê vekin. Gotin na Barzanî destûr nedaye. Ger ku tu li Barzanî binere tu xelas dibe.      XWEST BI LEZ KONGREYA NETEWEYÎ PÊK BÎNIN   Ocalan di hevdîtina xwe de dem bi dem bal kişand ser "Kongreya Neteweya kurd" û got: "Ger ku hûn kongreyê pêk nînin ew dê we bifetisînin. Bila pişta xwe nedin DYA'yê."    14 ADAR 2015: PKK DÊ ÇAWA JI ŞENGAL Û KERKUKÊ VEKIŞE   Heyeta Îmralî di 14'ê Adara 2014'an de agahiyên “KDP, PKK'ê li Kerkûk û Şengalê naxwaze" bi Ocalan re parve kir. Ocalan, xwest PKK ji Şengal û Kerkûkê venekişe û wiha gotibû: “Qandîl çima daxuyaniyek wisa dide. Çi heqê te heye tu ji Celawla vekişe. Çima 30 salin te sempatîzanek bi rêxistin nekir. KDP şantaj dike Qandil jî dibêje 'Paşve dikişim. PDK û gel nexwaze jî dê bimîne. Ger ku komek gerîlla li Şengalê hebûya ew qas mirov nedihat qetilkirin. Ger ku gerîllayê PKK'ê û îtîbara me tune be dê gel perîşan bibe. Gerîla bi qasî nan û avê muhîm e."    Heyeta Îmraliyê gotinek Ocalan bibîr xistibû. Heyeta Îmraliyê got "Barzanî di sala 96’an de hûn ziyaret kiribûn. Hûn dawetî kurdistanê kiribûn. Lê dema hûn dest bi kelepçe kiri dîtin gotin me xwe wekî destkelepçekirî dît. Doktor Fuat jî di wê civînê de bû. Di civînê de giriya. Dema ew giriya Leyla jî giriya. Barzanî jî hinek xemgîn bû.    A. Ocalan: Çima digiray ?    Ocalan: Li şûna digiriyan bila tiştekî din bikirana. Bila ji bîr nekin ku hebûna xwe deyndarê me ne. Bila hêsirên beqan nerişînin. Sûcê mezin kirin. Bila qet li ser rewşa xwe negirîn. Kurdistana başûr bifiroşin jî dîsa ez dê bi merhamet tev bigerin. Bêjin Ocalan naxwazin bi were şer bike."