Jinên girtî ji bo Ozbay ên xwişkên hev bang kirin 2018-06-29 15:46:04   MÊRDÎN – Girtiyên Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan ji bo Fatma Ozbay a nexweşa penceşêra pêsîrê û xwişka wî ya penceşêra rehîmê Gulser Ozbay banga hestiyariyê kirin.    Jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê dimînin di nameya şandin de ji bo Fatma Ozbay a nexweşa penceşêra pêsîrê ku li Girtîgeha Erziromê dimîne û xwişka wî ya penceşêra rehîmê Gulser Ozbay banga hestiyariyê kirin.     ‘SALEK E TECRÎD LI SER FATMA OZBAY HEYE’   Jinên girtî destnîşan kirin ku ew ji rewşa Gulser Ozbay bi fikarin û daxwaza ku xwişka wê Fatma Ozbay bînin gel wê jî hatiye redkirin. Jinên girtî da zanîn ku ji ber li Girtîgeha Erziromê jinên girtî tune ne Fatma Ozbay ji salekê bêtire di bin “şertên tecrîdê” de dijî û li gel nexweşîna penceşêra pêsîrê di kezeba wê de jî kîtle çêbûye. Jinan di nameya xwe de da anî ziman ku name û pirtûkan nadin Fatma Ozbay û li girtîgehê tu kes nîne lê binêre.    Jinên girtî banga hestiyariyê li parêzvanê mafê mirovan û saziyên mafê mirovan kirin ku xwedî li her du xwişkan derkevin.