Li Siwêdayê hejmara kesên hatin qetilkirin derket hezar û 420 kesan 2025-07-26 21:37:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gel binpêkirina dem demî ya agirbestê, bîlançoya qurbaniyên komkujiya li Siwêdayê girantir dibe. Hat ragihandin ku ji 13'ê Tîrmehê ve hezar û 420 kes hatine kuştin.   Li gel binpêkirina agirbestê, nebûna ewlehiyê û çavdêriyeke çalak û di encama yek ji pêlên tundiyê yên herî dijwar li Siwêdayê de, ji 13'ê Tîrmehê ve hezar û 420 kes hatine kuştin. Ji kuştiyan 250 jê hatine darvekirin.   Êvara şemiyê, ji eniya bajarokê Kenakir taxên rojavayê bajarê Siwêdayê hatin topbarankirin. Top li Girê El Hedîd û dora wê ketin. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) komên çekdar ên “êlên El Bedo” êriş kirine û bi wê yekê re agirbest hatiye binpêkirin.    Li gel êrişê, dizî û talankirina bajarokê Kenakir ev 2 roj e berdewam in. Heta niha hêzên ewlekariya giştî yên hikumeta veguhêz ku li rojavayê Siwêdayê bi cih bûne, destwerdan nekirine.   Hêzên ewlekariyê, komeke sivîl gulebaran kirin dema hewl da rêya El Sale vekin û xwe bigihînin zeviyên xwe yên dorpêçkirin. Cotkar bang dikin ku destûr ji wan re bê dayîn da ku biçin nava zeviyên xwe û bixebitin. Lê hêzên ewlekariyê bi zorê nahêle cotkar biçin nava zeviyan. Lewma rewşa mirovî li herêmê aloztir dibe.