Ji Jin Tv ji bo hemû jinan bang: Li her qadê bibin beşek ji televizyona xwe 2018-06-29 15:19:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Weşanê ya Jin TV ku dê di 30’ê Hezîranê de derbasî weşana xwe ya nû bibe, bang li hemû jinan kir ku li her qadê jiyanê bibin beşek ji televîzyona xwe û got: “Ev hê destpêkeke! Yên bixwazin alikariyê bidin, dikarin ji vê navnîşana me re binivîsînin: jintv2018@gmail.com”   Jin TV ku ji bo bibe dengê jinên cîhanê di 8’ê Adarê 2018'an Roja Jinên Cîhanê de dest bi weşana testê kir, dê di 30’ê Hezîranê de derbasî weşana xwe ya nû bibe. Desteya Weşanê ya Jin TV berî derbasî weşana nû bibe, bi daxuyaniyekê nivîskî bang li hemû jinan kir ku  li her qadê jiyanê bibin beşek ji televizyona xwe.   Desteya Jin TV di daxuyaniya “Banga Jin TV ji hemû jinan re” da de, wiha got: “Bi weşaneke ji bo jinan em televizyoneke bê hempa didamezrînin. Hemû xebatkarên televîzyona me ên wekî derhêner, edîtor, nûçegîhan, kamerajin û her wekî din ji jinan pêk tên. Bi gotineke din em hemû jin in û ji bo jinan weşanê dikin. Em jin, em ê derhinêrin, biweşînin û em ê bi hemû jinan re lê temaşe bikin. Qanala me ya bi navê Jin Tv ji dengbêjên jin ên ji mezopotamya heta siyasetmedarên Rojhilata Navîn, ji kedkarên jin ên Rûmelî heta cotkarên Egeyê, ji têkoşerên mafan ên anatoliya navîn heta jinên bijîşk ên deryaya spî televîzyoneke ji bo jinan e.   Em dixwazin ev televîzyon hemû jinan, pirsgirêkên wan, çareseriyên wan, tekoşîna wan, rojeva rojane ya jinan, kêfxweşiya wan, hêviyên wan, bêhêvitiya wan, zimanê wan, bêzimaniya wan bîne gel hev.  Ji dayik heta keç, ji xuşk heta cîran, ji dotmam heta rêhevalan bi piştgiriyek jindar em pêngavên televîzyoneke ji bo me jinan davêjin.   BI VÊ YEKÊ EM BAGN LI HEMU JINAN DIKIN    Li mala xwe, cîhên xwe yên kar, li kolanan dema hûn kom bûn dîmenê xwe bikşînin, bernameyan çêkin, ji bo me bişînin û bibin beşek ji  televizyona xwe. Ji bîr nekin pêwîstiya me bi we heye.   Werin em bi hev re mijaran destnişan bikin û di navbera xwe de niqaşan bimeşînin. Em li benda pêşniyarên hemû jinan in. Em bi hevre bernamayan çêkin, dîmenan bikşînin, agahiyan ragihînin, rojevê destnişan bikin û li ser ekranê bi hev bi şewirîn.   Em dibêjin em hemû bi hevre bernameyan çêkin, dîmenan bikşînin, rojevê destnîşan bikin, em bixwe çêkin û li xwe temaşe bikin, bi yên li dûr in em nêz bibin, yên ji hev cuda bûne em bînin gel hev.   DI 30’Ê HEZÎRANÊ DE VEDIBE   Televizyona me di 30’ê Hezîranê de derbasî weşana xwe ya nû dibe. Ev hê destpêkeke! Yên dixwazin bernameyan çêkin, yên fikrên wan yên nû hene, yên dixwazin bibin mevanê bernameyan û yên bixwazin alikariyê bidin, dikarin ji vê navnîşana me re binivîsînin: jintv2018@gmail.com û bi rêya Whats Up’ê xwe bikşînin û ji me re bişînin: 0049 178 39 68 413”     Jin TV bi saeta Ewrûpa navbera saet 9:00 û 17:00'an weşanê HD bike   Peyk: Hotbird 13°E Frekans: 11 054 MHz Polarizasyon: Horizontal Symbolrate: 27500 FEC-rate: 5/6