Halît Artik ê maşîneya zirxî ew birîndar kir sewqî Wanê kirin 2018-06-29 15:18:49   COLEMÊRG – Halît Artik ê li Geverê maşîneya zirxî lê qelibî, sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê kirin.    Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 28’ê hezîranê de maşîneya zirxî li Halît Artik ê 56 salî qelibî û ew bi giran birîndar kiribû. Artik ê rakiribûn Nexweşxaneya Deweletê ya Geverê, ji ber rewşa wî giran dibe sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê. Hat zanîn ku xetereya jiyanî ya Artik didome.