Xwendekarên Bogazîçiyê merasîma mezuniyetê protesto kirin 2018-06-29 14:58:38   NAVENDA NÛÇEYAN – Merasîma mezûniyeta xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê veguherî protestoyê. Di protestoyê de peyamên li ser pankart û dovîzan mohra xwe li protestoyê dan.    Merasîma mezûniyeta xwendekarên Zanîngeha Bogozîçiyê îsal jî veguherî protestoyê. Merasîma mezûniyeta sala akademik a 2017-2018 li Tesîsên Sporê yên Uçaksavarê pêk hat. Di merasîmê de Serokomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan û rektorê zanîngehê hatin protestokirin. Peyamên li ser pankart û dovîzan mohra xwe li çalakiya protestoyê dan. Di kêliya Rektorê ZanîngehêProf. Dr. Mehmed Ozkan rabû biaxive, xwendekar rabûn ser piya pişta xwe dan kursiyê axaftinê û rektor protesto kirin.