Bi zarokan tekbîr dan gotin 2018-06-29 14:29:35   MÊRDÎN - Ji bo vekirina “Qursa Quranê ya Havînê” ya ji aliyê Miftiyê navçeya Mehsertê ve hat lidarxistin, bi sedan zarokan tekbîr dan gotin û meşandin.   Li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê, nêzî 250’î zarokên ji bo vekirina “Qursa Quranê ya Havînê” hatin gelhev, meşiyan. Hat diyar kirin ku meş ji aliyê Miftîtiya Navçeyê ve hat organîze kirin û zarokan di meşê de pankarta “Di mizgeftê de dengê zarokan, dilxweşiya welat” vekirin.    Di dîmenên di dema meşe de hatin kişandin de, bal kêşe ku hin rayedarên miftîtiyê tim dixwazin zarok tekbîrê bînin. Meşa ligel avhewaya gerim jî pêk hat, zarokên keç û yên xurt ji hev cuda dan meşandin.