Amedî: Buldan ne bi tenê ye 2018-06-29 14:17:32   AMED - Gelê Amedê bertek nîşanî gefên Wezîrên Karên Hundir Suleyman Soylu ku li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan xwaribû, dan û gotin: "Pervin Buldan ne bi tenê ye. Li pişt wê bi milyonan kes hene. Hevseroka DBP'ê ya Amedê Naşide Toprak anî ziman ku Buldan ne bi tenê ye û li pişt wê bi milyonan kes hene.      Welatiyên Amedê bertek nîşanî gefên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ya li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan xwar dan. Welatiyan diyar kirin ku gefa li Buldan hatiye xwarin li hemû gelê kurd û hevparên HDP'ê hatiye xwarin.    'SOYLU LI HEMÛ GELÊ KURD HEQARET KIRIYE'    Welatiyê Amedî Necime Yaşar, anî ziman ku gefa li Pervin Buldan hatiye xwarin li hemû gelê kurd hatiye xwarin û wiha got: "Ev hewaret li dijî vîna gel hatiye kirin. Pervin Buldan nûnera gelê kurd e. Ji bo kes neyê kuştin Buldan têdikoşe. Em naxwazin xwîna mirovan birije. Lê ew li ser vê yekê heqaretê li me dikin û gefan dixwin.    'PERVîN BULDAN VÎNA ME YE EM DÊ LÊ XWEDÎ DERKEVIN'   Welatî Îlyas Guneş jî diyar kir ku bi salan e kurd li Tirkiye rastî gefên dewletê tên û wiha got: "Tevî ku waliyê Agiriyê daxuyanî da jî dîsa wezîrên Karên Hundur Soylu gefê kuştinê li Hevseroka mexwarin. Em ve rewşê qebûl nakin. Pervin Buldan vîna me ye em dê li vîna xwe xwedî derkevin."   'EV NÊZÎKATIYA MAFYAYÎ YE'    Hevseroka DBP'ê ya Amedê Naşide Toprak anî ziman ku Buldan ne bi tenê ye û li pişt wê bi milyonan kes hene û wiha got: "Soylu, hemû hevparên HDP'ê û gelê kurd tehdît kiriye. Di salên 90’an de kujerên nediyar di meriyetê de bûn. Lê niha dixwazin aşkere înfaz bikin. Em wekî hevparên HDP'ê jin û ciwan em dê têkoşîna xwe ya demokratîk bilind bikin. Em dê ji bo Tirkiyeyek demoratîk û azad têbikoşin.