Polîsê 2 birayên hev eçiqand: Midur û rayedar berpirsyar in 2017-10-17 16:48:23   ŞIRNEX – Doza der barê 2 birayên hev ên li Silopiyayê di malê de di bin panzerê de hatin eciqandin, di rûniştina yekemîn de polîs Omer Yegît parastina xwe kir û da zanîn ku her çendî ehliyeta wî tune bû jî ew li cihên cuda hatiye peywirdarkirin, da zanîn ku di bûyerê de ne ew, kesên ew peywirdar kirine sûcdar in.   Di 3'yê Gulanê de li taxa Karşiyakayê ya navçeya Silopiyayê ya Şirnexê birayên hev Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) dema li malê raza bûn, maşîna zirxî ya ku polîsê bi navê Omer Yegît dazot, li mala wan qelibî û her du bira jî jiyana xwe ji dest dan. Doza der barê Yegît amîrê wî Murat Mden de hat vekirin, li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin. Di dozê de wekîlên HDP'ê, parêzerên Platforma Hikûqnasên Azadîxwaz, parêzerên Baroya Amedê û Şirnexê jî di nav de geleke kes beşdar bûn.   Polîsê girtî Yegît îda kir ku tişta ji destê wî hatiye wî kiriye û got ku "Min nedixwest qeza çêbe."  Yegît diyar kir ku di raporê de tonaja panzera zirxî kêm hatine nivîsandin û da zanîn ku bi beşên lê hatin zêdekirin re 18 ton e û xwest mazota wê li ku hatiye standin jî bê lêkolînkirin.   Polîs Yegît destnîşna kir ku belgeya wî tune, berê jî li ber AKP û TOKÎ'yê peywirdar bûye û bal kişand ser belgeyên polîsan û ev tişt got: "Li emyetê 3 panzer hene, lê tenê 2 polîs belgeyên wan hene. Ez bi fermana midurê emyetê li ser panzera 3'yemîn hatim peywirdarkirin. Min berê jî perwerfeya doçkayê negirtibû, lê dîsa ji bo xebitandinê ez hatim peywirdarkirin. Min xwe ji bo kursê nivîsî bû, lê berî ku belgeyê bigirim qeza pêk hat. Diviya bû di maşînê de herî kêm 2 polîs hebûna, lê min bi tena serê xwe dewriye gerand."   'RAYEDAR BERPIRSYAR IN'   Yegît di parastina xwe de plansaziya rojane jî bi bîr xist û wiha got: "Li gorî qanûnan ferman tê bicihanîn. Ruxmê belgeya min tune bû ez ji neçarî xebitîm. Ji vê midurê emyetê û rayedar berpirsyar in."    PARÊZERAN KROKIYÊN 'NÛ' DAN DADGEHÊ   Piştî parastina Yegît parêzeran da zanîn ku krokiyên li cihê bûyerê xeletî û alîgir hatine xêzkirin û yên nû dan heyeta dadgehê.   POLÎSÊ DIN JÎ RAYEDAR SÛCDAR KIR   Piştî parastina parêzeran bi dawî bû, polîsê bi navê Murat Maden ê bê girtin tê darizandin jî anî ziman ku yê fermanê dide berpirsyar e û wiha axivî: "Ez ji Omer Yegît berpirsyar im, ji min jî Midurê Emyetê Selçûk Erdogan berpirsyar e. Selçuk Erdogan em peywirdar kirin."   Rûniştin bi guhdarkirina şahidan berdewam dike.