Bîlgîn: Gefa Soylu, peyama pergala nû ye 2018-06-29 12:08:18   AMED - Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Zelal Bîlgîn, gefên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ya li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan xwar, nirxand û diyar kir ku ev peyama pergala nû ye. Bîlgin, anî ziman ku li dijî vê yekê çareserî divê hemû hêzên muxalif têkoşîna xwe bi hevre pêş bixin.    Hevberdevka Kognreya Civaka Demokratîk (KCD) Zelal Bîlgîn, encama hilbijartina 24'ê Hezîranê û gefa Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan xwar nirxand. Bilgîn, anî ziman ku ev hilbijartina 24'ê Hezîranê bi şik û guman e û wiha got: "Gel tevî hemû zext û tundiyê biryar daye ku ger Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nebe demokrasî û aştî jî nabe û li gorî vê yekê biryara xwe daye. Bîlgîn, bang li hemû jinan kir û xwest jin tev ji bo paradîgmaya aştî, demokrasî û wekheviyê têbikoşin.    ‘EV ÎTÎFAQA CUMHUR DÊ NE PIR DEM DIRÊJ BE'   Bîlgîn bal kişand ser îtîfaqa Cumhur û îktîdara AKP'ê ya 16 salan û wiha got: "Îktîdara AKP'ê di 16 salên îktîdarê de ji bo civakê tu tişt nekir. Li Tirkiye îtîfaqa Cumhur dê tu xêra wê tune be. Dê emrê wê ne dirêj be. Bi bloka Faşist û nijadperest re li Tirkiye rê li pêş komkujiyan tê vekirin. Polîtîkayên Cumhurê dê xizmetê ji jin û ciwanan re neke. Hemû kesên ku ne li gorî fikra wan tevî ji xwe dûr dixin û hewl didin rejîmê li gorî fikra yek zilamî ava bikin. Em vê yekê dibînin. Lê gel dê li dijî vê yekê dê polîtîkayan pêş bixin."     ‘SOYLU PEYAMA PERGALA NÛ DA MUXALÎFAN'    Bilgen, ani ziman ku di hilbijartina 24'ê Heziranê de gelek lîstik û hîle pêk hatin û wiha got: "Tişta ku di 24'ê Hezîranê de pêk hat kes nizane çi bûye. Hilbijartin bi şik û ne rewa ye. Em dê li dijî vê pergala ku dixwazin li Tirkiye dixwazin têxin meriyêtê serî netewînin. Em dê hemû hêz û rêxistinên demokratîk û aştiyê bidin aliyê xwe û bi hevre têkoşîna aştî û demokrasiyê mezin bikin. 2 roj berê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, gef li Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya 3'emîn partiya mezin a Tirkiyeyê Pervin Buldan xwar. Xwest hemû kesên muxalif bêdeng bike. Ev peyama pergala nû ye. Di serî de li dijî jina kurd, hemû gelê kurd û hemû kesên muxalif êrîşek heye. Em vê yekê aşkere dibînin. Divê li dijî vê yekê hemû kesên muxalif û demokrat mil bidin hev û bi hevre têkoşîna xwe ya hevpar mezin bikin û bi rêxistin bikin."    'EM DE LI DIJÎ ZEXTAN LI QADAN BIN'    Bîlgîn, herî dawî destnîşan kir ku dê li dijî hemû zext, zordarî, pêkanînên dijdemokratîk û li dijî mafên mirovan li qadan bin û wiha bi dawî kir: "HDP'ê di vê hilbijartinê de tevî hemû lîstik, zext û tundiyan serkeftinek girîng bi dest xistiye. HDP'ê bend derbas kir. Ev yek ji bo gelên Tirkiye pir girîng e. HDP, li dijî feraseta nijadperest, yekperest û serdest bû partiya gelan a Tirkiye. Peyam da ku çiqas zilm zêde bibe jî dê têkoşîna berxwedan û demokrasiyê dê bidomîne. Biryar da ku dê her dem li qadan têkoşina xwe bidomîne. Em dibînin ku herî zêde HDP'ê nûnertiya jinê xistiye meclîsê. Li meclîsê nûnertiya jinê herî zêde di bin baneyê HDP'ê de ye. Têkoşîna me dê bidome û em dê li dijî van gefan  zextên tundiyê tu carî serî netewînin. Ji ber ku herî zêde jin û zarok dikevin bin bandora neyînî ya şer û kaostê. Ji ber vê yekê herî zêde jin dê li dijî şer û kaosê têbikoşin. Bi êrîşa li dijî jinê dixwazin têikoşîna jinan rawestînin. Lê jin dê têkoşîna xwe xurttir bikin. Encam çi dibe bila bibe, têkoşîna ked, demokrasî, aştî û azadiyê dê bidome."     MA / Esra Solin Dal