SAMER: Dengên AKP, polîs û leşkeran dan MHP’ê 2018-06-29 11:23:06   AMED - Koordînatora SAMER'ê Yuksel Genç, encama hilbijartina 24'ê Hezîranê nirxand û diyar kir ku hilbijêrên HDP'ê xwe negîhand sindoqê û wiha got: "Dengên AKP'ê, polîs û leşkeran derbasî lîsteya MHP’ê kirin. Li herêmê dengên dubare hatin avêtin.    Navenda Lêkolîna Civakî û Siyasal (SAMER), têkildarî hilbijartina 24'ê Hezîranê ya Parlamenterî û Serokomariyê de di 1-5'ê Heziranê de li Erzirom, Dîlok, Riha, Semsûr, Mûş, Wan, Amed, Mêrdîn, Qers Dersim, Çewlîg, Colemêrg, Şirnex, Êlih, Agirî, Bedlis, Sêrt û Îdirê li ser 2 hezar û 100 kesan anket amade kiribû.  Koordînatora SAMER'ê Yuksel Genç, encama hilbijartina 24'ê Hezîranê nirxand û diyar kir ku hilbijêrên HDP'ê xwe negîhand sindoqê û wiha got: "Dengên AKP'ê, polîs û leşkeran derbasî lîsteya MHP’ê kirin. Li herêmê dengên dubare hatin avêtin. Genç, bal kişand lêkolîna beriya hilbijartinê û wiha got: "Li gorî encamên derbasdar ên YSK'ê me li gorî hilbijartina 24'e Hezîranê ji sedî 2 şaşî kiriye. Me di daneyên xwe de kesên bi biryar belav nekir. Em dikarin bêjin AKP li herêbê bê biryar û tedîrgîn e. Bi fikar û tirs e. Li Rojavayê Tirkiye jî tersê vê yekê bû. Li gorî encamê kesên bê biryar li lîsteya AKP û MHP’ê hatin belavkirin. Xuya dike ku encama anketa SAMER'ê û niha hev girtiye.    ‘MUXALEFET 3-0 DI HILBIJARTINÊ DE TÊK ÇÛ'    Genç, anî ziman ku li herêmê dengê MHP’ê zêde bûye û dengê AKP’ê jî nehatiye guhertin û wiha berdewam kir: "Li bendê bû ku AKP dengê xwe kêm bike. Mirov nikare her tiştî wekî rewşa heyî binirxîne. Ji ber ku li herêmê OHAL heye. Partiyên siyasî xwe di nava şertên wekhev û adîl de nabînin. Hemû partiyên siyasî di heman şertan de neketin hilbijartinê. Hîleya herî mezin a hilbijartinê OHAL e. Di van şertan de ketina hilbijartinê tê wateya ku muxalif di hilbijartinê de 3-0 têk çûye. Li qadê aliyê ku dixwazin dengê xwe bidin îktîdar û hêzê her dem li pêş e."    ‘DENGÊ POLÎS Û LEŞKERAN LI LÎSTEYA MHP'Ê NIVÎSANDIN'    Genç, bal kişand ser dengê polîs û leşkerên li herêmê jî û wiha got: "Dengê polîs û leşkerên li herêmê bi piranî ji lîsteya MHP’ê re hat nivisandin. Heqîqetek wisa li pêş me ye. Li herêmê dîsa ji ber zêdebûna polîs û leşkeran hêza ewlehiyê hat bikar anîn. Li herêmê bi qasî nifûsa sivilan nifa polîs û leşkeran heye. Gelê herêmê difikere ku ev deng tev çûne ji AKP’ê û MHP'ê re. Li heremê sindoqên ku dengê 150 hezar hilbijêrî bi bandor bike hat guhertin. Li herêmê çoltarê ev guhertinên sindoqan pêk hatin. Mirov nikare bêje ev hilbijartina li van herêman asayî rewa ye. Di şert û mercên wisa de HDP'ê jî nikaribû sindoqan biparêze. Nekaribû ku ji bo hilbijêr bi hêsanî û ewlehî biçe ser sindoqan rê veke. Niqaşên ku ji sindoqê derketine ji lîsteya kîjan partiyê re hatiye nivîsandin bi hiqaş e. Ji ber vê yekê li van herêma encamek bi tenduristî dernakeve holê."    'HILBIJÊRÊ HDP'Ê NEKARÎBÛ XWE BIGÎNE SINDOQÊ'   Genç, anî ziman ku rêje hilbijêrên li herêmê çûn ser sindoqê di bin rejeya Tirkiye de ye û wiha got: "Hilbijêrên HDP'ê li herêma xwe, xwe negîhandin sindoqan. Dema em hemû aliyan bi hevre binirxînin, em dibînin ku çima dengên AKP û MHP nehatine guhertin. Em dibînin ku çima AKP li herêmê dengê xwe kêm nekiriye. Divê ev hemû bê lekolînkirin.    DÎSA GUMANA KU DENGÊ DUBARE BIKAR ANÎN JÎ ZÊDE YE    Genç, herî dawî destnîşan kir ku dibe li herêmê dengê dubare jî hatibe bikar anîn û ev guman û fikar zêde ye.    MA / Ozgur Paksoy