Girtiyên Kirikkale: Traşa yek tîpî li girtiyan ferz dikin 2018-06-29 10:32:02   KIRIKKALE - Girtiyê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale Mustafa Kocaturk, diyar kir ku traşa yek tîpî û muayeneya bi kelepçekirî li wan ferz dikin.    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F Kirikkale binpêkirinên mafên mirovan ên di meha Adar, Nîsan û Gulanê de jiyan, kirin rapor. Girtî Mustafa Kocaturk di nemeya şand de wiha got: “Li berberê girtîgehê meqes qedexe kirin û traşa yek tîpî fermê me tê kirin.”   Binpêkirinên mafan ên di nameyê de hatin nivîsandin wihane:    “*Pirtûk, kovar, rojname û hwd. ên bi rêya kargo, posta û ziyaretvanan tên şandin, rayedarên girtîgehê bi biryarên didin, deste ser dikin.    * Sewqên me yên Nexweşxanê tên dereng xistin û muayena bi kelepçekirî ferzî me tê kirin.   * Di sewqên edliye û nexweşxanê de, me di ringên  mîna tabûtan de dibin û tînin.    * Malzemeyên herî bingehîn ên weke kevçî û firaqên hêsin hatine qedexe kirin.    * Nameyan sansur dikin, an nadin, an jî nameyên me nayên şandin.    * Bi hincetên keyfî lêpirsînên dîsîplînê vedikin û ceza didin me.   * Ji bo berberê di girtîgehê de meqes qedexe kirin û bi makînayê modela yek tîpî ferz dikin.”   Ji bo şermezar kirin kamerayên bi baxçeyan ve kirin, cezayên disîplînê yên hatin dayîn jî wihane:    “*Ji bo Selçuk Çelîk, di 5, 14 û 19’ê Adarê de cezayê hucreyê û mehek cezayê hevdetinê hat dayîn.    * Ji bo Erdan Sîdar, di 5 û 19 Adarê de cezayê mehekê hat dayîn û di 30’ê Adarê de jî de carek din cezayê hevdîtina mehekê hat dayîn.    *Ji bo Sînan Akbayir, di 5 û 19 Adarê de cezayê hucrê û di 24’ê Nîsanê de jî mehek cezayê hevdîtinê hatin dayîn.    * Ji bo Sadik Sabancilar, di 24’ê Nîsanê de mehek cezayê girtîgehê û piştî ev ceza qediya di 25 Gulanê de jî mehek cezayê hevdîtinê hat dayîn.    *Ji bo Murat Karayel û Kemal Tufan, bi hinceta ‘ser kamerayê girtin û xirabkirina sansorê’ 4 roj cezayê hucrê hat dayîn. Ev cezayê Karayel di 20 Nîsanê û yê Tufan jî di 3’yê Gulanê de pêk anîn.    *Cezayê hevdîtinê yê Suleyman Yilmaz Bulduruç jî di 30’ê Gulanê de pêk anîn.”   'MUAYENEYA BI KELEPÇEKIRÎ FERZ DIKIN '   Di dawiya nameyê de wiha hat gotin: “Me di ringên yek hucreyî de sewqî nexweşxanê û edliyê dikin. Li nexweşxanê muayeneya bi kelepçekirî ferzî me dikin. Hin girtiyên ku ligel rapora wan a nikarin di hucreya yek kesî de bimînin heye jî, dîsan cezayê hucreyê li wan dibirin û bi rojan van girtiyên nexweş di hucreyan de digirin.”