Polîsan wekîlê CHP’î yê berê Erdem binçav kir 2018-06-29 10:28:49   ENQERE - Polîsan bi ser mala wekîlê CHP’î yê berê Eren Erdem de girt û ew li malê binçavkirin.    Polîsan bi ser mala wekilê CHP’î yê Stenbolê yê berê Eren Erdem ya Enqereyê de girtin û ew binçavkirin. Erdem birin Midûriyeta Polîsan a Enqerdeyê.    Necatî Yilmaz ê CHP’î diyar kir ku dê Erdem bibin Stenbolê. Erdem, li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir ku hatiye binçavkirin. Erdem li ser hesabê xwe yê medya civakî wiha got: "Ez niha hatim binçavkirin. Ez sedema vê yekê nizanim. Ez ji aliyê polîsan ve li ber mala xwe hatim binçavkirin."    35'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenolê îdîanameya derbarê Erdem a "alîkarî bi avaniya Gulen re kiriye"  qebûl kiribû. Ji bo Erdem 22 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Ji bo dozê her wiha li ser Erdem biryara qedexeya derketina derveyî welat derketibû.