Çalakî û nobeta saziyan a ji bo azadiya Ocalan didome 2018-06-29 10:12:22   NAVENDA NÛÇEYAN - 'Nobeda Azadiyê' ku hevserokên pêkhateyên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê girtin, di roja çaran de didome.    Nobeda 'Azadî ji Ocalan re" ku li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, 6 salin didome. Vê hefteyê rêveberên saziyên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) nobet dewir girtin. HDP'yî û parlamenterên ji Başûrê Kurdistanê jî destek dan çalakiyê. Rêveberên saziyan, ku tevî endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji roja Yekşemê ve nobedê digirin, ji aliyekî ve agahiyan li derdorê belav dikin, li aliyê din jî semîneran li dar dixin. Di vê çarçoveyê de doh bi sedan belavok hatin belavkirin û li ser nêrîn, têkoşîn û dîlgirtina Ocalan agahî hatin dayin.   WEKÎLÊ HDP'YÎ ERTÛGRÛL KURKÇU TEV LI SEMÎNERÊ BÛ    Nûnerên saziyan duh li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê semînerek li dar xistin. Parlamenterê Îzmîrê yê serdema 26'am Ertûgrûl Kurkçu jî tevlî semînerê bû. Kurkçu bal kişand ser hîle, zext û bê edaletiya di hilbijartinê de hatin kirin û got, tevî zextên giran jî HDP'ê dengên xwe ji yên 1'ê Mijdarê zêdetir kir û cihê xwe li meclîsê girt. Di semînerê de encamên hilbijartinê û desteka gelan a ji bo HDP'ê û bernameya wê hatin nirxandin.   'HETA RÊBER APO AZAD BIBE, EM Ê ÇALAKIYÊN XWE BIDOMÎNIN'   Wekî din, tevlîbûnên nû û serdanên ji bo çalakgeran doh jî dewam kirin. Nûnera jinên ciwan a tevlî çalakiyê bûn, diyar kirin ku bi saya nêrînên Ocalan îro di ser Rojava re li Rojhilata Navîn şoreşek pêk tê. Çalakgeran diyar kir, bi hezaran mirovên dîl ketibûn destê çeteyên DAÎŞ'ê bi saya tevgera şoreşê ya bi pêşengiya nêrînên Ocalan hatin rizgarkirin û gotin "Civakeke ku jin lê ne azad be, nikare bi awayekî azad bijî. Çalakger got, "Rêber Apo jiyana azad hînî me kir" û destnîşan kir ku wê jiyaneke bêyî rêberê azad qebûl nekin. Çalakgeran jin got, "Heta ku Rêber Apo azad bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin."