Eşîra Bobeniyan: Em ê tola xwe hildin 2018-06-28 18:53:20   EFRÎN – Eşîra Bobeniyan ên ku li Efrînê bi cih bûn, piştî endamên El-Cebhe El-Şemiyê 3 kes ji eşîra wan kuştin, soza tolhildana wan dan. Endamên eşîrê diyar kirin ku ne tenê El-Cebhe El Şamiye wê hemû çeteyên ku zilim li gel dikin di hedefa wan de bin.     Komên girêdayî OSO yên li gel Tirkiye di 20'ê Çile de ketiibûn axa Efrînê, dig 20'ê Hezîranê de li navenda Efrînê bijîşkek û ji eşîra Bobeniyan 2 kes kuştibûn. Piştî bûyerê dema eşîra Bobeniyan derketin kolanan û êrîşa OSO şermezar kirin li kolanê 2 kes hatibûn kuştin. Hêrmf eşîrên Bobeniyan û tevahiyê gelê di Efrînê ya li hember komên OSO zêde bûn. Nîqaş û xwepêşandanên gelên di Efrînê de hêj berdewam dike. Ji ber zilm û zordariya komên OSO şervanên YPG/YPJ’ê jî bi çalakiyên taybet ên li hemberî koman berdewam dike.    'EV YEK DÊ JI WAN RE NEMÎNE'    Berê komek welatiyên Efrînê li dijî êrîş û talankirina endamên OSO daxuyanî dabûn û diyar kiribûn ku li hemberî van kiryaran bêdeng namînin. Piştre li dijî van pêkanînan çalakî pêk anîbûn. Niha jî piştî kuştina 3 kesên sivîl komek ji eşîra Bobeniyane daxuyanî dan û diyar kirin ku ew dê tola xwe hilînin. Endamên komê bi zimanê erebî daxuyanî dan û diyar kirin ku ew dê tola vê yekê ji wan re nehêlin û wiha gotin: “Em weke eşîra Bobeniyan li Efrînê li hemberê kiryarên çeteyên dewleta tirk ên wek e dizî, talanî, kuştin, revandin, şewtandina malan, tecawiz kirin û îşkence kirinê bi awayekî veşartî û berfirehî heyanî ku  çete ji Efrînê derbikevin çalakiyan lidarbixin. Bila baş bê zanîn ku wê wisa ji çeteyan re nemîne û em dê tola xwe hildin.”