HDP’ê derbarê Soylu de serlêdan sûc kir 2018-06-28 17:00:16   ENQERE - HDP’ê derbarê Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu ku bi gotinên “Êdî mafê we yê jiyanê tune ye” gef li Hevserka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan xwar de, serlêdana sûc kir.   Lijneya Rêveber a Navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dar barê Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu ku bi gotinên “Em ê hedê we bidin we. Êdî mafê we yê jiyanê tune ye” gef Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan xwar de, daxuyaniyek nivîskî weşand. HDP’ê di daxuyaniya da de, diyar kir ku wan derbarê Soylu de serlêdana sûc kirin.   Daxuyaniya nivîskî ya HDP’ê wiha ye: “Wêzîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu, derbarê mijarekê ku qet eleqeya wê bê HDP’ê re tuneyî de, sînorên hed, qanûn û qanûna bingehîn derbas kirin û li Hevseroka me ya Giştî geriyaye û gef xwariye. Soylu ji bo carek din bibe Wezîr, bikeve  çavê Qesrê û piştîgiriya hevpar a koalîsyonê bigire, êrîşî HDP’ê dike.  Ji bo Soylu ber hiqûqê hesabê vê yekê bide, emê îro derbarê wî de serlêdana sûc bikin."