Li Geverê maşîneya zirxî ya bi lez ajot kesek bi giranî birîndar kir 2018-06-28 16:10:09 COLEMÊRG - Li Geverê, maşineya zirxî ya bi lez ajot, li welatiyê 56 salî Halît Artik ê xest derbasî aliyê rê bibe qelibî. Artik ê bi giranî birîndar bû, rakirin emeliyatê.   Li Cadeya Cenzît Topel a navçeya Gevera Colemêrgê, maşineya zirxî ji ber ku bi lez ajot li welatiyê 56 salî Halît Artik ê xest derbasî aliyê rê bibe qelibî û bi giranî birîndar kir. Artik ê li erdê ket, dinava xwînê de ma û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Welatiyên bertek nîşanî bûyerê dan, rastî heqaret û gefên giran ên polîsan hatin. Artik ê rewşa wî girane, rakirin emeliyatê û hat diyar kirin ku talûkeya lingê wî bê jêkirin heye.     Li aliyê din, di 8’ê Îlona 2016’an de jî li ser heman cadeyê, ji maşineya  zirxî gule hatibûn reşandin, 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û 2 welatî jî birîndar bûbûn.