Zarokên di doza Nisêbînê de tên darizandin nehatin berdan 2018-06-28 15:36:37   MÊRDÎN – 17 zarokên ji doza Nisêbînê tên darizandin nehatin berdan û danişîna doza wan taloqî 5’ê cotmehê hat kirin.    Sêyemîn danişîna doza 17 zarokên di dema qedexeyên derketina derve ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê de yên di 26’ê Gulana 2016’an ji navçeyê hatin derxistin û girtin li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Mêrdînê dest pê kir. Danişîn li avahiya edli ya beşekê wî ji bo salona Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) hat veqedandin hat dîtin.    Piştî tespîta nasnameyan danişînê dest pê kir û 3 zarokên li girtîgehên Mêrdîn û Hatayê parastin kirin. Dû re parêzeran parastin kir û xwest îfadeyên zarokan ne li ser riya SEGBÎS’ê û li salona dadgehê bên amadekirin û îfadeyên xwe bidin.    Piştî parastinan heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir û biryara dewama girtina zarokan da. Danişînê jî taloqî 5’ê cotmehê kir.