Kesek li Panosê hat girtin 2018-06-28 14:03:08   AGIRÎ - Li Panosê, ji 14 HDP’iyên piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê hatin binçavkirin, yek jê  hat girtin.    Li navçeya Panosa Agiriyê, piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê, polîsan mudaxileyî girseya beşdarî pîrozbahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn kirin û 14 kes kirin binçavan. 14 kesên lêpirsîna wan a li Midûryeta Polîsan bi dawî bû, derxistin Edeliya Panosê. Dozger îfadeya kesekê girt û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û 13 kesên din jî bi şertê kontrolê û bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê  kirin” sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kirin.    Dadgehê bi heman îdîayê kesek girt û 13 kesên din jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan.