Di doza Nisêbînê de rojnameger û malbat negirtin hûndir 2018-06-28 13:09:24   MÊRDÎN - Danişîna doza 17 zarokên di qedexeyên derketina derve ya li Nisêbînê de hatin girtin dest pê kir. Dadgehê malbat û rojnameger negirtin hûndirê dadgehê.    3’yemîn danişîna doza 17 zarokên di dema qedexeyên derketina derve ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê de yên di 26’ê Gulana 2016’an ji navçeyê hatin derxistin û girtin li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Mêrdînê dest pê kir. Danişîn li avahiya edli ya beşekê wî ji bo salona Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) hatî veqedandin hat dîtin. Hin zarok ji girtîgehên lê tên girtin anîn dadgehê û hin zarok ne anîn dadgehê jî dê bi rêya (SEGBÎS) beşdarî danişînê bibin û parastin bikin.     Malbat û endamên çapemeniyê yên ji bo  danişînê bişopînin hatin ber avahiya edliyê, destûr nehat dayîn ku beşdarî danişînê bibin.    Zarokên di danişînên bûrî de parastin kirin, bal kişandibûn ser îşkenceyên li wan hatibûn kirin.