Parêzer xwest doza Irmak betal bibe 2018-06-28 12:53:28   AMED - Danişîna doza parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak a parlamenteriya wê hat xistin bi îdîaya "Heqaret li serokomariyê kiriye" ji salek û 4 meh ceza tê darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Parêzera Selma Irmak, Reyhan Yalçindag, diyar kir ku mafê xwe yê rexneyê parastiye û xwest doza der barê Irmak de hatiye vekirin betal bibe.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Selma Irmak ku girtî tê darizandin û parlamenteriya wê hat xistin bi îdîaya "Heqaret li serokomariyê kiriye" salek û 4 meh ceza tê xwestin. 5'emin danişîna doza Irmak ku girtî tê darizandin li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Iramk ji Girtîgeha Tipa F a Hêjmar 1 a Kandirayê bi riya Pergala dîmen û deng (SEGBİS) tev li danişînê bû. Danişîna dozê bi nasîna Irmak û parastina Irmak dest pe kir. Irmak, diyar kir ku ew siyasetmedar e û di serdem3en 24, 25 û 26'an de wekîltî kiriye û wiha got: "Di pêvajoya çareseriya demokratîk de Serokomar Recep Tayyip Erdogan got "Me pêvajo xist sarincê" Piştî vê yekê êdî agahiyên cenazeyan hatin. Li şûna ku pirsgirêkê bi diya diyalog û muzakereyan çareser bike, bêtir polîtîkayên ewlehî û tuntişê xistin meriyetê. Ez weke siyasetmedarek muxalif min mafê xwe yê rexneyê parast û anî ziman. Min hewaret li Erdogan nekiriye. Dibe ku rexne hişk be, lê min ew rexne kiriye."    PRZ. YALÇINDAG: SEROKOMARÊ PARTÎYÊ YE   Prz. Reyhan Yalçındağ Baydemir jî anî ziman ku Irmak mafê xwe yê rexneyê parastiye û niha Erdogan her çend serokomar be jî di heman demê de serokê partiyekê ye. Yalçindag, da zanîn ku ev rexneyek e û xwest doza Irmak bê betalkirin û berdan. Parêzerên din ên Irmak jî der barê parastina Irmak a bi kurdî de got "Axaftina Irmak a bi kurdî şaş hatiye wergerandin. Divê ev werger ji kesên zane re bê şandin.    Heyeta dadgehê daxwazên parêzeran red kir û xwest di rûniştinek din de li ser esas parastin bê kirin û doz taloqî meha îlanê kir.