Bi rojan e der barê komên çekdar de tu daxuyanî tune 2018-06-28 12:25:35   STENBOL - Şeva hilbijartinê li navçeya Sultangazî ya Stenbolê komên çekên lûledirêj û debance daketin kolanê û gule berdan hewa. Lê heta niha der barê van koman de tu daxuyanî û lêpirsîn nehatiye kirin. Ajansa Anadolu diyar kiribû ku Yekîneya Taybet hatiye avakirin.    Di şeva hilbijartina 24'ê Hezîranê de li navçeya Sultangazî ya Stenbolê komek kesên bi çekên lûledirêj û debançe gule berdan hewayê. Lê heta niha der barê tu kesan de lêpirsîn nehat kirin û têkildarî mijarê tu rayedarên fermî daxuyanî nedan. Hat diyar kirin ku kesên çek di destê wan de hebûn jin û mêr di nava hev de bûn û êlekên çelîk jî li wan hebû. Dîmenên van kesan li ser hesabê medyayek civakî jî bi awayekî zindî parve kiribûn. Li gel di ser bûyerê de 4 roj derbas bûn, hêj hesab ji vê yekê nehatiye pirsîn û rayedaran der barê mijarê de tu daxuyanî nedan.    Lê Ajansa Anadolu (AA) jî diyar kiribû ku midûriyeta polîsan a Stenbolê yekîneyên taybet ava  kiriye û lêpirsîn dike. Ajansê diyar kiribû ku piştî lêkolîn kir dê kar û barê pêwist bike.