Li kana komirê ya Şirnexê hezan pêk hat 2017-10-17 16:05:14 ŞIRNEX – Li kana komirê ya Şirnexê hezan pêk hat. Hat diyarkirin ku gelek karker di bin hezanê de mane.  Li Kana Komirê ya Hejmara 1’emîn a di têketina Şirnexê de hezan pêk hat. Hat zanîn ku gelek karker di bin hezanê de mane. Gelek ekîbên AFAD’ê û agirkujiyê û ambulans sewqî herêmê hatin kirin. Hat zanîn ku 3 karkerên navê wan nehat hînbûn bi birîndarî ji bi hezanê hatine derxistin û ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.