Cezayê polîsê ku Gonderê DAIŞ'Î berda hat xerakirin 2018-06-28 09:13:59   AMED - Dadgeha Îdareyê ya 2'yan a Amedê, 24 meh cezeyê "rawestandina qademeyê" yê li polîsê bi navê H.Y. hatibû birîn xera kir. H.Y. di ser pergala KÎHBÎ'yê re lêpirsîna nasnameya êrîşkarê mîtînga HDP'ê ya Amedê Orhan Gonderê DAIŞ'î kiribû û her çend lêgerîna Gonder hebû dîsa ew berdabû. Dadgehê parast ku polîs peywira xwe bê kêmasî bi cih aniye.    Di 5'ê Hezîrana 2015'an de DAIŞ'ê êrîşî mîtînga HDP'ê ya li Qada Îstasyonê kiribû. Di êrîşa bombeyî de 4 kes miribûn û 414 kes jî birîndar bûbûn. Di lêpirsîna derbarê vê dozê de ku derheqê polîsan de lêpirsîna dîsîplînê hatibû destpêkirin de, geşedaneke nû rû da. Emniyetê derbarê bûyerê de lêkolîn kirin ku ka kêmasiya polîsan heye yan ne. Emniyetê ji bo vê yekê Sermufetîşên Polîsan peywirdar kir û derbarê polîsên ku li otelê li ser pergala KÎHBÎ'yê li nasnameya êrîşkarê DAIŞ'î Orhan Gonder nêrîn û ew berdan. Mufetîşan derbarê 14 polîsan de lêpirsîna îdarî temam kirin û di lêpirsînê de hat destnîşan kirin ku polîsan îhmalkarî kiriye û rê li ber êrîşa bombeyî negirtine.    24 MEH CEZAYÊ RAWESTANDINA QADEMEYÊ LI POLÎSÊ KU GONDER SERBEST BERDA HAT BIRÎN    Di 3'yê Hezîranê de bi şev polîsên bi navê H.Y., A.T. û H.Y. çûn otela ku Orhan Gonder tevî madeyên teqîner lê bûn û li wir li ser pergala KÎHBÎ (Berhevkirina Agahiyan ên Îstixbarî û Qaçaxçîtiyê) li nasnameya Gonder nerîn û ew berdan. Mufetîşan di lêpirsîna xwe de ev yek tespît kir û Desetya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê derbarê 14 polîsan de ji 4 mehan heta 2 salan doza cezayö "rawestandina qademeyê" û ji 4 paran parek birîna meaşê wan da.    Yek jı van polisan ji H.Y. ye. H.Y ji ber 24 meh cezayê rawestandina qademeyê lê hatiye birîn û ji bo ku vî cezayî betal bike li Dadgeha Îdareyê ya 2'yan a Amedê doz vekir. Dadgehê jî di biryara xwe de diyar kir ku 24 meh cezayê ku li H.Y.'yç ku Orhan Gonder serbest berdaye derî hiqûqê ye û her wiha parast ku H.Y. "pewyira xwe bê kêmasî bi cih aniye."    Lê belê parêzerên Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, bi hinceta ev biryara li derî hiqûq û usûlê ye serî li Daîreya Doza Îdarî ya 3'yan a Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Dîlokê dan. Lê belê Dadgeha Îstinafê jî serlêdana li hemberî biryara Dadgeha Îdareyê ya 2'yan a Amedê hatibû kirin red kir.    Piştî vê biryarê tê serî li temyîzê bê dayîn.