Firat Nebîoglû hat berdan 2025-07-12 16:17:05     AMED - Girtiyê nexweş ê ji sedî 92 astengdar Firat Nebîoglû, piştî betalkirina xala "Bêyî entamtiya rêxistinê li ser navê rêxistinê sûc", serbest hat berdan.    Girtiyê nexweş ê ji sedî 92 astengdar Firat Nebîoglû yê li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Amedê girtî, serbest hat berdan. Nebîoglû ku ji girtîgehê derket, tevî malbata xwe çû bajarê xwe Êlihê.    ÇI QEWIMÎBÛ?   Girtiyê nexweş Firat Nebîoglu, di sala 2015'an de li Êlihê bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û ""Bêyî entamtiya rêxistinê li ser navê rêxistinê sûc" hatibû girtin. Piştî darizandinê dadgehê 14 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birîbû. Firat Nebîoglu, piştî hat girtin bi nexweşiya gurçikê ket. Piştî demekê ronahiya çavê wî kêm bû û guhên wî giran bûbûn. Nebîoglû piştî bi salan di girtîgehê de ma, ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê serbest hat berdan. Firat Nebîoglu, di navbera 2015'an de çend varan hat girtin û berdan û herî dawî di 2019'an de hat girtin û piştî 6 salan girtî ma, serbest hat berdan. Firat Nebîoglu, ji 2022'an heta niha hefteyê 3 rojan ji ber nexweşiya gurçikê diçû tedawiya diyalîzê dibû.   Nebîoglû piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a di 9'ê Çileyê de dabû ku xala "Bêyî entamtiya rêxistinê li ser navê rêxistinê sûc" betal kir, hat berdan.