Aydin: Qezenckirina wî nayê wateya demokrasiyê 2018-06-28 09:11:17 STENBOL - Dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin, ji bo encamên hilbijartinê got: "Qezenckirina projeyekê nayê wateya demokrasiyê. Yên îro qezenckirina projeyeke ku veqetana hêzan û saziyan ji holê radike bi xwe ye."  Dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin, encamên hilbijartina 24'ê Hezîranê û nîqaşên rû dane nirxandin. Aydin bi bîr xist ku hilbijartin di şert û mercên antî-demokratîk de pêk hatine û got: "Mixabin mewzûata hilbijartinê ya Tirkiyeyê hatiye binpêkirin. Derfetên dewletê heû ji aliyê îktîdarê ve hatine îstismarkirin."    'YA QEZENCKIR NE PROJEYEKE DEMOKRATÎK E'    Aydin, destnîşan kir ku ya hatiye kirin ne pêşbaziyeke demokratîk e û got: "Di hilbijartinên ne demokratîk de encamên derketine holê wekî serketina demokrasiyê nayên şîrovekirin. Dema em di vê çarçoveyê de binirxînin, her çend tevlîbûn zêde be jî lê mixabin wekî serketina demokrasiyê nayê nirxandin. Eger hilbijartin di nêvengeke demokratîk de pêk bihatana jî, dê bi ya ku bi ser ketiye Tirkiye dîsa ji bêdemokrasiyê ber bi demokrasiyê ve neçûna. Di vê hilbijartinê de ya bi ser ketiye ne projeyeke demokratîk e. Çimkî projeyên demokratîk beriya her tiştî ne yekzilamiyê, tercîhên siyasî yên cuda yên gel, nasnameyên cuda esas digirin. Qezenckirina projeyekê nayê wateya demokrasiyê." Aydin destnîşan kir ku ên îro qezenckirina projeyeke ku veqetana hêzan û saziyan ji holê radike bi xwe ye.    Aydin diyar kir ku derbaskirina bendê ya HDP'ê pir girîng e û got: "Di nêvengeke ku hemû saziyên dewletê û mekanîzmaya serdestan hewl dida HDP di bin bendê de bimîne û di nêvengeke ku Îtifaqa Gel HDP'ê derî tifaqê hişt de, HDP'ê bend derbas kir û wekî partiya sêyem çû Meclîsê. Ev yek beriya her tiştî nîşaneya ku gel ehlê demokrasiyê ye û hêviyê ye. HDP, ji bilî partiyên din diyar kir ku cîhaneke din pêkan e. Weadên îktîdar û partiyên din li ser esasê yek nasnameyê û pêşerojê ne, lê tekane partiya ku diyar dike ku sosoyolojiya vî welatî çi be, divê desteyên îktîdarê û siyasetê jî wisa bin, HDP ye. Madem di sosyolijiya vî welatî de kurd, elewî, jinên mexdûrkirî, xizan, bindest û mirovên ku jiyaneke wan a mirovane tune ye, nexwe di meclîsê de hebûna partiyeke ku van azadî û mafan temsîl dike cihê hêviyeke mezin e."