AYM, desteserkirina pirtûkên Ocalan û Cansiz wekî 'binpêkirinê' qebûl kir 2018-06-28 09:10:35   STENBOL - Desteya Perwerdehiyê ya Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê pirtûka "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" a Abdullah Ocalan û pirtûka "Tim Şer Bû Jiyana Min" a Sakîne Cansiz nedabû girtiyan. Lê belê Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM), vê yekê di çarçoveya "Binpêkirina azadiya fikir û ramanê" de qebûl kir.    Di sala 2015'an de ji derve ve ji girtiyê bi navê Cengîz Nergîz ê di Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê de bû pirtûka "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pirtûka "Tim şer Bû Jiyana Min" a Sakîne Cansiz hatibû şandin. Lê belê Desteya Perwerdehiyê ya Girtîgehê dest danîbû ser van pirtûkan û nedabû wî. Desteya Perwerdehiyê ji bo pirtûka Ocalan wekî hincet biryara berhevkirina pirtûkê nîşan dabû û ji bo pirtûka Cansiz jî wekî hincet derpêş kiribû ku "ji bo armanca rêxistinê ye" nîşan dabû.    DADWERIYA ÎNFAZÊ BIRYARA HAT DAYÎN BETAL KIR    Piştî ku parêzeran li Dadweriya Înfazê ya Edeneyê îtiraza vê yekê kir, desteyê biryara da ku biryara hatiye dayîn bê betalkirin. Dadweriyê di biryara xwe de diyar kir ku şîrove û dîtbariyên di pirtûkan de ewlehiya girtîgehê naxe xetereyê.    Her wiha Dozgerê Komarê yê Edeneyê jî îtirazî biryara Dadweriya Înfazê ya Edeneyê kir. Dozgeriyê li Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê îtirazî vê biryarê kir û dadgeha cezayê giran jî destnîşan kir ku divê pirtûk îadeyî hikumxwar neyên kirin.    Piştî vê rewşê parêzeran di 16'ê Sibata 2015'an de li ser navê girtî Cengîz Nergîz li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) îtirazî vê rewşê kirin. AYM'ê serlêdana parêzeran nirxand û destnîşan kir ku divê pirtûk îadeyî girtî bên kirin û ev yek di çarçoveya "binpêkirina azadiya fikr û ramanê" de ye.    MA / Yasin Kobulan