Derbarê Celalettîn Can de biryara berdanê 2018-06-27 18:34:03 STENBOL - Tevî Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can 9 siyasetmedarên ku di 7'ê Sibatê de li Stenbolê hatin girtin hatin berdan.    Berdevkê Hewldana 78'an û Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Celalettîn Can jî di nav de danişîna doza ku 16 jê girtî 29 kes pê tên darizandin li eywana danişînê ya li hember Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyeyê ye di roja duyemîn de domand. Danişîn bi parêziya siyasetmedar Metîn Îlan dest pê kir. Îlan diyar kir ku tiştên pê tê tawanbarkirin hemû ji tapeyên telefonê pêk tê û got: "Axaftinên min wekî tiştekî îllegal hatine dîtin û wekî sûc hatine hesibandin. Halbûkî ez ji sala 1996'an ve reqemên telefona min heman reqem in." Siyasetmedar Nevzat Yilmaz jî di parêziya xwe de destnîşan kir ku wî di xebatên hilbijartinê yên HDP'ê de cih girtiye. Yilmaz, destnîşan kir ku ji telefoneke ku en aîdî wî ye lêgerîn hatine kirin û hevdîtinên hatine kirin wekî wî kiribe hatine nîşandan. Siyasetmedar Vahît Dalgiç jî, anî ziman ku di guhdarkirina telefonan de tu tiştekî veşarî tune ye. Siyasetmedar Atîlla Şaîr jî got: "Îdianame îdianameyek zorleme ye."    Piştî parêziyan meqama îdiayê doza berdana siyasetmedar Taylan Talaş, Vahît Dalkiliç, Nevzat Yilmaz û Fîlîz Yilmaz kir. Piştî mutalayê Parêzer Sînan Zîncîr û Ercan Kanar parêzî kirin. Piştî parêziyê parêzeran doza berdana muwekîlên xwe kir.    Piştî parêziya parêzeran dadgehê navebr da danişînê û piştî navberê derbarê Abdulselam Yulcu, Erhan Sarikaya, Celalettin Can, Vahit Dalgiç, Filiz Yilmaz, Gonca Yangoz, Mehmet Şamil Altan, Nevzat Yilmaz û Taylan Talaş de bi şertê venêrîna edlî biryara berdanê da.    Her wiha dadgehê biryara berdewamiya girtina Atilla Şiyar, Bedia Aydemir, Can Memiş, Gulistan Aydın, Gulsen Biter, Hasan Huseyin Gençer, Metin İlan, Suphi Yildiz û Taylan Urun da.    Danişîn taloqî 11'ê Îlonê hat kirin.