Reqqa piştî 133 rojan rizgar bû 2017-10-17 15:32:05 REQQA - Hêzên QSD'ê, Reqqa ji DAIŞ'ê paqij kirin. Bajar bi temamî di kontrola hêzên QSD'ê de ye. Şervanan dest bi xebatên paqijkirina derdora nexweşxaneyê kirine. Şervanên QSD’ê bajarê Reqayê ji DAIŞ’ê rizgar kirin. DAIŞ'ê yên di bajar de mabûn ji aliyê şervanan ve hatin kuştin. Şervanan niha jî dest bi xebatên paqijkirina mayîn û bermahiyên çeteyan kirin. Fermandarên QSD’ê ji nava bajar ji nûçegîhanê ajansa (ANHA) re gotin ku bajar ji DAIŞ'ê hatiye pqaijkirin û niha xebatên paqijkirina bermahiyên çeteyan li derdora nexwexşaneya Wetenî ya Reqayê tê kirin. Fermandariya QSD’ê destnîşan kir ku wê di demên pêş de derbarê mijarê daxuyaniyeke fermî bidin.   Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê di 6'ê Hezîranê de bi beşdarbûna 9 hezên di bin banê QSD‘ê de destpê kir. Piştî operasyona bê navber a 133 rojan Reqqa azad bû. Tîma Siqûr Reqa, Lîwa El-Tehrîr (Tûgeya Rizgariyê), YPG, YPJ, Tabûra Şehîdên Hemam Tirkumen, Lîwa Ehrar Reqa, Lîwa Siwar Til Ebyed ( Tûgeya Şoreşgerên Girê Spî), Meclîsa Leşkerî ya Suryan ji 2 baskan ve dest bi hemleya Xezeba Firatê kirin. Piştî çend seatên ji îlankirina pêngavê, şervanên Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD) ji du baskan ketin tevgerê û ber bi pargehên DAIŞ‘ê yên gundewarê bakurê Reqayê pêşde çûn. Ji Baskê yekem ê Silûk şervanan 10 km pêşde çûn, baskê duyemîn ji bajaroka Eyn Îsayê 10 km pêş ketin.   Şervanan derbeyên li DAIŞ'ê xistin û bi dehan gundên Reqayê rizgar kirin. Bi destpêkirina hemelyê re QSD’ê tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan saz kirin û dest bi rizgarkirina sivîlan kirin. Şevanan bi hezaran sivîl ji çeteyan rizgar kirin û birin cihên bi ewle. Pêşveçûnên Hêzên Sûriya Demokratîk a ber bi bajarê Reqayê berdewam kir. Şervanan di destpêka meha hizêranê de gihan ketina bajêr û di 6 mehê de bi daxuyaniyekê bi dawîbûna pêngava çaremîn ragihand û pêngava “Cenga Mezina a rizgarkirina tevahî bajarê ji çeteyên DAIŞ‘ê ” ragihand.   Du roj berê jî QSD’ê dest bi qonaxa dawî bi navê “Ednan Ebû Emced” ya rizgarkirina bajarê Reqayê kir. Îro jî şervanên QSD’ê 99 ji sedîyê bajarê Reqayê ji çeteyan paqij kirin. Hîn jî xebatên paqijkirina bajar ji bermahiyên çeteyan û hin şandeyên biçûk ên çeteyan didomîne.   Şervanên QSD’ê hîn jî xebatên paqijkirina hin deverên ku çete tê de mane didomîne.