Danişîna doza Soma hat dîtin 2018-06-27 14:40:58       MANÎSA - Danişîna doza komkujiya Soma ku 301 karkerên kana komirê jiyana xwe ji dest dabû hat dîtin. Di danişînêde Cîgirê Midûrê Berpirsiyarê Projeyan Hayri Kebapçilar, diyar kir ku di bûyerê de 269 karkeran jiyana xwe ji dest dabû. Kebapçilar, parast ku di projeya 2011'an a Panoya S  de boriya hewayê ku di projeyê de heye, "sehven" nehatiye nivîsandin.    Li navçeya Soma ya Manîsayê di kana komirê de 301 karkeran jiyana xwe ji dest dabû.  Têtikdarî facîayê 5 jê girtî 51 kes tên darizandin. Danişîna Bloka 22'emîn a Somayê hat dîtin. Di danişînê de hemû bersûcên girtî amade bûn. Ji bersûcên serbest jî hinek beşdar nebûn. Berpirsiyarê Kanê Alp Gurkan  jî di danişînê de amade nebû. Parêzerên aliyan jî di danişînê de amade bû. Di danişînêde Cîgirê Midûrê Berpirsiyarê Projeyan Hayri Kebapçilar, diyar kir ku di bûyerê de 269 karkeran jiyana xwe ji dest dabû. Kebapçilar, parast ku di projeya 2011'an a Panoya S  de boriya hewayê ku di projeyê de heye, "sehven" nehatiye nivîsandin.    Kebapçılar, parast ku di 2011'a de proje hatiye revîzekirin û Di projeyê de boriya hewayê ya Panosa S heye. Yê rêya derketina hewayê ya duyemîn di projeyê de tune ye. Kebapçılar, li ser pirsa dadger got: "Bi awayekî Sehven hatiye nivîsandin" lê di pratîkê de nehatiye niv3isandin.    Parastina Soma didome