Ji bo Leyla Guven bê berdan serlêdan kirin 2018-06-27 13:45:57   AMED – Parêzerên Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a girtî tê darizandin, piştî ji HDP’ê bû wekîla Colemergê, ji bo serbest bê berdan serî li 9'emîn Dadgeha cezayên Giran a Amedê dan.      Parêzerên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, a girtî tê darizandin, piştî bû wekîla HDP'ê ya Colemêrgê, ji bo serbest bê berdan serî li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dan. Guven, di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bûbû namzeta HDP'ê ya Colemêrgê. Di hilbijartinê de wekî wekîla HDP’ê ya Colemêrgê hat hilbijartin. Parêzera Guven Reyhan Yalçindag Baydemir, ji bo Guven bê berdan serî li Dadgeha Cezayên Giran a 9'emîn da.