Siyasetmedarên kurd li Strasbourgê xwestin tecrîda li ser Ocalan rabe 2018-06-27 13:12:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên KCDK-E, Kongreya Gel, Parlamenterên Ewropî, Bakur û Başûr û parlamenterên Tirkiye têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Strasbourgê daxuyanî dan çapemeniyê. Nûneran xwest CPT û Konseya Ewropa rol û rista xwe pêk bîne û tecrîda 19 salin li ser Ocalan tê meşandin bi dawî bîbe. Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, diyar kir ku heta Ocalan azad bibe dê têkoşîna wan berdewam bike.  Nûnerên KCDK-E, Kongreya Gel, Parlamenterên Ewropî, Bakur û Başûr û parlamenterên Tirkiye têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, li Strasbourgê daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê. Di civîna çapemeniyê de gelek siyasetmedar amade bûn. Ewil Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê yê berê Ertugrul Kurkçu, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Divê Birêz Abdullah Ocalan bi gelê xwe, civaka xwe, bi gelên din û bi hikûmetê re hevdîtinan bike. Ev pir girîng e. Me di muzakereya 2013'an de ev yek dît. Tew nebe wê demê cenazeyên ciwanan di darbestan de nedihat. Di vê pêvajoyê de mirov nehatin kuştin. Di vê pêvajoyê de Partiya Demokratîk a Gelan rolek mezin da ker xwe. Dîsa HDP ji bo vê rolê amade ye. HDP li gel hemû zext û tundiyan, ket nava hewldanên çareseriyê û xwest navbênkariyê bike." Kurkçu xwest diyalog û muzakere dîsa test pê bike û wiha got: "Heta ku ev çalakî bigêje armanca xwe dê li vir têkoşîn bidome. Heta ku Ocalan azad bibe ev têkoşîna me dê li vir bidome."     JI BO LI TIRKIYE ARAMÎ PÊŞ BIKEVE DIVÊ OCALAN AZAD BIBE   Nûnerê KNK'ê Dr. Kamuran Berwarî jî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: "Gelê Kurdistanê li Rojhilata Navîn gelek mezin e. Birêz Ocalan zêdetirî 18 salane di zindanê de girtî ye. Dîsa Hevserokê HDP'ê yê berê Birêz Demîrtaş û gelek parlamenterên din di zindanê dene. Gelê kurd, asûrî, suryanî û tirk hemû li ser vê axê û Rojhilata Navîn bira ne. Tirkiye li Rojhilata Navîn siyasetek aştiyane nameşîne. Em wekî parlamenterên kurdistanê naxwazin alozî û şer pêş bikevin. Ji bo li Tirkiye aramî, demokrasî û azadî pêş bikeve divê Birêz Ocalan û siyasetmedarên kurd azad bibin."    KARTAL: EM CPT Û KONSEYA EWROPA HIŞYAR DIKIN TERÎDÊ RAKIN     Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, jî, diyar kir ku heta Ocalan azad bibe dê têkoşîna wan berdewam bike û wiha got: "19 salin Serokê Gelê Kurdistanê Birêz Ocalan di bin tecrîdek bê qanunî de ye. Nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevditin bike. Li hemberî siyaseta gelê Tirk, gelê Kurdistanê li vir 6 salin hêj tu gav neavêtiye. Mixabin CPT heta niha li hemberî van daxwazên gelê kurd tu gav neavêtiye. Hêj malbat û parêzer nikarin biçin Birêz Ocalan ziyaret bikin. Niha rewşa birêz Ocalan çiye kes nizane. Ji ber vê yekê hêzên din ji vê helwesta CPT hêz digirin û bêtir êrîşên li dijî gelê kurd zêde dibin. Em saziyên gelê Kurdistanê û Ewropa, bi vê civîna çapaemeniyê diyar dikin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan pêk neyê çalakiya me dê bidome. Em bang li CPT û KonseyaEwropa dikin ku heta gav neyên avêtin ev çalakiya me dê bidome. Ji bo li Tirkiye û Rojhila Navîn aştî, azadî, demokrasî û aramî pêş bikeve divê azadiya Rêber Apo pêk bê."    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç jî helwesta CPT û Konseya Ewropa rexne kir û wiha got: "Heta niha CPT û Konseya Ewropa tu gav neavêtiye. Heta Serok Apo azad bibe dê çalakiya me bidome. Bila her kes baş zanibe hemû tevger û saziyên me dê ji bo azadiya Birêz Ocalan têbikoşin. "