‘Gel di hilbijartinê de bersîv da qeyûman' 2018-06-27 10:27:04   AMED - Hevserokê DBP'ê yê Amedê Îbrahim Çîçek, diyar kir ku gel di hilbijartina 24 Hezîranê de bersîv daye qemûman û wiha got: “Di şaredariyên herêmî de em dê şaredariyan dîsa bi dest bixin."    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 30'ê Adara 2014'an de serkeftinek mezin bi dest xistibû. Zêdeyî 100 şaredariyan bi dest xistibûn. Piştî DBP'ê şaredarî bi dest xistin, Wezareta Karên Hundir Qeyûm tayîn kiribûn. Hikûmetê piştî 24'ê Tîrmeha 2015'an li dijî şaredariyan û herêmê polîtîkayên nû xistin meriyetê û qeyûm tayînî şaredariyan kiribû. Serokmar Erdogan û rayedarên hikûmetê di her axaftinên xwe de DBP û HDP kir hedefa xwe. Piştî OHAL hat îlankirin û darbeya 15'ê Tîrmehê ji 11'ê Îlona 2016’an heta niha qeyûm tayînî 96 şaredariyên DBP’ê hatin kirin.    42 HEVŞAREDAR HÊJ GIRTÎ NE   Piştî qeyûm hat tayînkirin gelek hevşaredar hatin girtin û hêj 42 hevşaredar hêj girtî ne. Hêj hevserokê Giştî yên DBP’ê Sebahat Tuncel û Mehmet Arslan jî di navde 42 hevşaredarên DBP'ê girtî ne. Bi sedan endamên meclîsa şaredariyê girtî ne. Hêj 3 hezar endam û rêveberên DBP'ê girtî ne.    BAJARÊN KU QEYÛM TAYÎNÎ WAN HATIN KIRIN HDP BÛ PARTIYA YEKEMÎN    Di hilbijartina 24'ê Heziranê de li bajarên ku qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi ferqek mezin ket pêşiya partiyên din. HDP'ê li Bajarê Mezin ê Amedê ji sedî 65.3, li Bajarê mezin ê Mêrdînê ji sedî 60, Li Bajarê Mezin ê Wanê ji sedî 59; li bajarên din ên Êlihê 62.4, Colemêrgê 69.3 li Sêrtê 51.4, Dersimê 51,1, Agiriyê ji sedî 62.04 û Şirnexê ji sedî 70.2  deng stend. Li navçeyên van bajaran jî HDP bû partiya yekemîn. Tenê AKP’ li Bedlisê bû partiya yekemîn.    BI HEZARAN SIYASETMEDARÊN KURD GIRTÎ NE    Piştî hikûmetê li dijî gelê kurd polîtîkayên taybet xist meriyetê, li gorî daneyên buroya çapemeniyê ya DBP'ê di nava salek dawî de Hevserokên DBP'ê Sebahat Tuncel jî di navde 2 hezar û 863 kes hatin girtin.    GEL BERSÎV DA QEYÛMAN      Hevserokê DBP’ê yê Amedê Îbrahim Çîçek, diyar kir ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de tevî şertên OHAL'ê û hemû lîstik û hîleyan gelê kurd li herêmê bi ser ketiye. Çîçek, anî ziman ku gel di 24'ê Hezîranê de bersîv daye qeyûman û dîsa li bajarên ku qeyûm tayîn bûye HDP bûye partiya yekemîn û dîsa gel bersîvek zelal daye qeyûman û wiha got: "Gel tu carî qeyûm qebûl nekir. Di 24'ê Hezîranê de dubare helwesta xwe aşkere kir. HDP bû partiya yekemîn. Gel tu carî qeyûm û rêveberiya bi zorê qebûl nekir û serî li ber netewand. Ger ku hilbijartinek din pêk bê em dê dîsa şaredariyên xwe bi dest xibin. 94 şaredariyên DBP’ê qeyûm hatiye tayînkirin. Ger ku hilibjartinek herêmî pêk bê em dê van şaredariyên xwe dîsa ji destê qeyûman derxin."      MA / Ozgur Paksoy