DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir 2025-07-04 15:32:31   AGIRÎ – Di Kongreya DBP’ê ya Agirî de Cîgira Hevserokê Giştî Narîn Gezgor axivî, diyar kir ku banga rêzdar Ocalan, nişan daye ku avakirina civaka demokratîk dê şerê şerê cîhanê yê 3’yemîn bide rawestandin.   Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Agiriyê, 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongreya ku li hêwaneke bajar de li dar ket, Cîgira Hevserokê Giştî Narîn Gezgor, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ê Çewlîgê Omer Farûk Hulaku û gelek kesên din beşdar bûn.    Di hêwanê de pankartên “Sosyalîzma bê Azadiya Jinê nabe”, “Em ê bi hêza xwe ya rêxistinkirî civaka azad ava bikin” hatin daliqandin. Di kongreyê de bi berdawamî diruşmên “Bijî serok Apo” hatin berzkirin.   AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK   Narîn Gezgorê, di destpêka kongreyê de axivî û “Banga Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê bibîr xist. Narîn Gezgor, wiha axivî: “Piştî vê bangê têkoşîna azadiyê ya 50 salan kete qonaxeke nû. Banga rêzdar Ocalan, derxiste holê ku avakirina civaka demokratîk dê ne tenê şerê li Kurdistanê herwiha şerê cîhanê yê 3’yemîn ê li Rojhilatê Navîn jî bide rawestandin. Li Tirkiyeyê hemû pirsgirêk bi civakek demokratîk ve çareser dibe. Di vê mijarê de berpirsiyarî dikeve ser milê jin, dayik û ciwanan.”   AŞTIYEKE BIRÛMET   Omer Farûk Hulaku ev tişt got: “Qonaxa ku têkoşîna gelê Kurd ketiyê dê bi aştî û bi demokrasiyê ve komara demokrat tacîdar bike. Banga rêzdar Abdullah Ocalan, banga aştiyeke birûmet e. Îro bala hemû cîhanê li ser gelê Kurd e. Gelê Kurd, ne tenê ji bo xwe di heman demê de ji bo azadî û wekehviya hemû gelan têdikoşe. Ev têkoşîn, gelê ku 100 sal e hebûn, ziman û çanda wî hatiye înkarkirin li Rojhilata Navîn kiriye xwedî gotin.”   Piştî axaftinan raporên darayî û xebatê hatin xwendin û ji bo delegeyan hatin pêşkêşkirin. Piştî erêkirina raporan delegeyan, ji bo diyarkirina rêveberiya nû deng bikar anîn. Di encama hilbijartinê de Hevserokên DBP’ê ya Bajarê Agirî Şîlan Tûgra û Semîh Kaya hatin hilbijartin.